Li Kerboranê 3 ciwan hatin girtin
Li Kerboranê beriya 4 rojan 3 ciwan hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin.
Li Kerboranê beriya 4 rojan 3 ciwan hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin.
Li Taxa Safa ya navçeya Kerborana Mêrdînê ciwanên bi navê Yasîn Demîr, Huseyîn Demîral û Davût Demîr ji beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin, piştî karûbarê Emniyetê şandin Edliyeyê. Piştî îfadeya li gel dozger bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” sewqî Dadgeha Sûlh Ceza a Mêrdînê hatin kirin û bi heman îdîayê ve hatin girtin.
Her 3 ciwan şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.