Dewleta Tirk li Sûrê bi tankan malan xera dike
Li Sûrê ya ku êrîş dijwar dibin, tankên Tirk malan yek bi yek hildiweşîne û hewl dide bi pêş de biçe.
Li Sûrê ya ku êrîş dijwar dibin, tankên Tirk malan yek bi yek hildiweşîne û hewl dide bi pêş de biçe.
Li taxên derdora Kûrşûnlû Camî, Mardînkapi û Hisarliyê ya navçeya Sûr a Amedê êrîşên dijwar rû didin.
Tankên ku li herêma Mardînkapiyê bicihbûne, taxan ketober didin ber topan, ji hinek malan dûman bilind dibe. Hat ragihandin ku leşkerên Tirk malan bi tankan hildiweşînin, li kolanên ku mal lê hilweşiyane jî bi tankan ve hewl didin bi pêş de biçin.
Li ser taxan firîna helîkopterên leşkeran jî hê didomin.