PYD: Em piştgiriya berxwedana Bakur dikin, divê ji bo hovîtiya AKP’ê bêjin raweste
PYD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand balkişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistan û terora dewleta Tirkiyeyê.
PYD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand balkişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistan û terora dewleta Tirkiyeyê.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê “Teror û hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê me li gund û bajarên Bakurê Kurdistanê” bi tundî şermezar kir û bang li cîhana azad û civaka navnetewî kir ku ji bo van komkujiyên dewleta Tirk rawestînin, têkevin nava liv û tevgerê û dorpêça bajaran bi dawî bikin.
Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî welatiyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê de, Meclîsa Giştî ya Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniyê de helwesta xwe di piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê de, ji bo çespandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nû kir. PYD’ê di daxuyaniya xwe de her wiha hovîtiya dewleta Tirk li dijî welatiyên sivîl ên Bakurê bi tundî şermezar kir.
Di destpêka daxuyaniya PYD’ê de wiha hate gotin: “Di dîroka mirovahiyê de gelek mînakên cangoriyê û lehengiyê yên gelan li hemberî sîstemên desthilatdar ji bo azadî û pêkanîna edaleta civakî hene. Gelên berxwedêr ji bo avakirina bingeheke sîstema demokratîk û civakî ya nenavendî ku têde hemû pêkhate berjewendiyên xwe diparêzin û daxwaza xwe pêk tînin, têdikoşiyan.”
Di daxuyaniyê de derbarê têkoşîna gelên Rojhilata Navîn de li dijî sîstemên desthilatdar ev tişt hatin diyarkirin: “Tevî hemû binkeftinên sîstemên desthilatdar ên herêmên Rojhilata Navîn li hemberî raperînên gelan, hêjî gelek sîstemên desthilatdar ku li ber hilweşandinê ne ders jê wernegirtine. Berûvajî vê yekê di serî de dewleta Tirk ku serkêşiya wê partiya AKP’ê dike ku ji her kesî re diyar bû ew netenê alîkariya terorê dike, lê belê ew teror bi xwe ye, hovîtî û terora xwe li dijî gelan didomînin.
Rêxistinên terorîst ku alîkariya xwe ji rêjîma Tirkiyeyê werdigirin ji destên gelê Kurd ji berxwedana Serêkaniyê, berxwedana dîrokî ya Kobanê û herî dawî rizgarkirina Şengal û bendava Tişrînê rastî gelek binkeftinan hatin. Her wiha avakirina Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) û ragihandina aliyê wê yê siyasî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li hemberî hemû projeyên dagirkeriya Sûriyeyê yên wekî avakirina “herêmeke ewlekariyê” bû bersiv. Li aliyekî din serkeftinên gelê Kurd di hilbijartina parlemana Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de hevsengiya rêjîma Tirkiyeyê serûbin kir. Di encamê de rêjîma Tirkiyeyê bi serkêşiya AKP’ê ji bo tola xwe ji gelê Kurd hilînin dest bi topbarana bajarên Bakurê Kurdistanê kirin û şerekî qirkirinê li dijî gel îlan kirin. Tevî van geşedanan cîhan hêjî li hemberî vê hovîtiyê bê deng maye.”
Derbarê bêdengiya cîhanê û civaka navnetewî li hemberî kiryarên hovane yên Tirkiyeyê de daxuyaniya PYD’ê wiha hate domandin: “Bêdengiya civaka navnetewî li hemberî terora hikûmeta AKP’ê li Bakurê Kurdistanê û terora amûrên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî welatiyên Sûriya û Îraqê bi hevkariya hêzên tarî ewlekarî û aramiya navnetewî dixe metirsiyê. Tevî cîhan niha baş dizane ku aliyê li hemberî jêder û serkêşê çeteyên DAIŞ’ê /rêjîma Tirkiyeyê/ li ber xwe dide gelê Kurd e. Hovîtiya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd tenê ji ber ku gelê Kurd pişta terora wê şikandine.
Rêjîma Tirkiyeyê bi hembêzkirina komên terorîst li hemberî tevahî cîhanê metirsiyeke mezin çêdike. Ji ber vê yekê divê tevahî cîhan li hemberî terora Erdogan ku êdî wekî serkêşekî çeteyan tevdigere, bêdeng nemîne. Kirayrên rêjîma Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê dike, ji kiryarên çeteyan di Sûriyeyê de ne kêmtir in.”
Di daxuyaniya PYD’ê de her wiha ev tişt lê hatin zêdekirin: “Lê pirsa balkêş ku derdikeve holê ew ku; çawa li hemberî desthilatdarekî ku ji bo avakirina sîstemeke yekalî di dewleteke pirolî, pirnetew û pirnijad xwe dispêre sîstema Nazîsm a Hîtler bêdengî dibe? Lê raperîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û berxwedana wî ya dîrokî ku bingeha sîstema Tirkiyeyê li hemû bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hejandiye, bersiveke zelal ji desthilat re bû û diyar dibe ku ev şoreşa gel ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê ye û têde mafên hemû pêkhateyan di azadiyê de tên parastin.
Alîkariya mezin ji vê şoreşa pîroz re, serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftiyên gel di avakirina saziyên xwe yên demokratîk de ye. Her wiha serkeftina gelê Rojavayê Kurdistanê li hemberî hêzên tarî û çeteyên DAIŞ’ê ji ber hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê û israra wan di serkeftinê de bû û êdî wekî sembola cîhana azad tê dîtin. Bakurê Kurdistanê jî wê bibe navenda têkbirina teror û jêderê wê û wê li hemberî belavbûna terorê bibe keleh û kelem.”
Meclîsa Giştî ya Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) teror û hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê me li gund û bajarên Bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em piştgiriya xwe ji bo çespandina projeya demokratîk a rêveberiyên xweseriya demokratîk û armancên wê nû dikin. Em bang li cîhana azad û civaka navnetewî dikin ku li rex hêzên demokratîxwaz rawestin û bi erka xwe ya exlaqî û mirovahî rabin û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî welatiyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê dimeşîne rawestînin. Her wiha em bang li wan dikin ku dorpêçê ji ser bajarên Bakurê Kurdistanê rabikin û piştgiriya xwe bi gelê berxwedêr re li gorî maf û pîvan û zagonên navnetewî bikin. Her wiha bi awayekî ciddî li dijî terora dewleta Tirk û hemleyên wê yên hovane li Bakurê Kurdistanê rawestin.”