Bi deh hezaran kes ji bo sê jinên şoreşger herikîn Parîsê

Di salvegera qetilkirina Sakîneyan de bi deh hezaran kes li Parîsê li hev civiyan. Malbatan û nûnerên saziyan diyar kirin ku berpirsyarê înfazan dewleta Tirk e û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Fransayê dan.

Di salvegera qetilkirina Sakîneyan de bi deh hezaran kes li Parîsê li hev civiyan. Malbatan û nûnerên saziyan diyar kirin ku berpirsyarê înfazan dewleta Tirk e û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Fransayê dan. Di bîranînê de berxwedana li Kurdisatnê jî hat silavkirin.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li paytexta Fransa Parîsê li cihê lê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Çalakiyên bîranînê yên beriya hefteyekê bi nîşandana dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" destpê kirin, îro bi meşa girseyî re derketin asta herî bilind.

Meş bi şiyara "Em Edaletê Dixwazin" pêk hat û ji Fransa, Elmanya, Awûstûrya, Swîsre, Belçîka, Hollandayê bi deh hezaran mirov danê sibehê li ber Gare Du Nord li hev civiyan. Girseya gel ji vê derê, bi vekirina pankartên bi nivîsên "Bêyî hesabê dewletê li ber çavan were girtin, bila komkujî were ronîkirin", "Em edalet û aşkerekirinê dixwazin", "Bila hêzên li pişt komkujiyê werin aşkerekirin" ber bi Meydana Bastîlle ve meşiya.

BERXWEDANA LI KURDISTANÊ HAT SILAVKIRIN

Di meşê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin û Şîrîn ôte û Yelîz Erbay ên li Stenbolê hatin qetilkirin, hatin rakirin. Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û MLKP'ê hatin vekirin. Li refên pêş ên meşê malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên KCD-E Dilşah Osman, Mûrat Ceylan, nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên Tamîliyan ên li Parîsê, rêveberên partiyên sosyalîst û komunîst, gelek kesayet û siyasetmedar meşiyan. Di meşê de peyamên ji bo piştgiriya berxwedanên Silopiya, Sûr û Cizîrê hatin dayîn.

Piştî meşeke bi qasî 6 kîlometreyan Kurdistanî saet di 13:00 de li Meydana Bastîlle li hev civiyan û mîtîngê destpê kir.

MALBATAN NERAZÎBÛN NÎŞANÎ FRANSAYÊ DAN

Malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, beşdarên meşê silav kirin. Li ser navê malbata Cansiz Haydar Cansiz peyivî û nerazîbûneke tund nîşanî hikûmeta Fransayê da. Cansiz got, "Berî 3 salan sê jin hatin qetilkirin. Fransa hînê bêdeng e. Em vê bêdengiyê şermezar dikin. Bi heman rengî di roja îro de jî jin tên qetilkirin. Li erdnîgariya me her roj jin tên qetilkirin. Li hemberî van komkujiyan, divê em têkoşîna jinên şoreşger mezin bikin. Em ê li hemberî dijmin berxwedana xwe mezin bikin."

Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan jî bibîr xist ku Kurd bi komkujiyan re rû bi rû ne û got, "Berî 3 salan îro komkujiyek li Fransayê rû da. Dûre du komkujiyên din li Fransayê pêk hatin. Rayedarên Fransayê kujer yekser girtin. Lê belê dema mijar Kurd be, dadgeriya Fransayê hînê bêdeng e."

'EM Ê BI GELÊ XWE RE HESAB BIPIRSIN'

Bavê Leyla Şaylemez Cûmali Şaylemez jî bi bîranîna kesên di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir û got, "Tevî ku 3 sal di ser re derbas bûye jî ez ne bawerim ku meqamên Fransayê cînayetê ronî bikin. Dadgerê dozê dibêje her tişt işaret bi Enqereyê dike. Tevî vê eykê jî rayedareên Fransayê bêdeng in. Em êdî ne li benda tiştekî ne. Em ê bi gelê xwe re hesabê vê bipirsin."

'EM Ê DEST JI WAN BERNEDIN'

Hevseroka TJK-E Guneş Gundemîr jî ragihand ku her çend 3 sal di ser re derbas bûye jî doz hînê bi encam nebûye û got, "Ev 3 sal in em her roj diqîrin û vê pirsê dikin: Gelo bêdengiya we ji ber hevkariya we ye? Hûn guhê xwe li rastiyan bigirin jî em ê her tim rastiyan biqîrin. Wê ti carî dem di ser vê dozê re derbas nebe. Heta ku sûcdar bên cezakirin, em ê dest ji wan bernedin."

Mîtîng bi axaftinan didome.

...