YPG: Çeteyên Nûsra û El Şam ên êrîş kirin, gelek windahî dan
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nûsra êrîşî çeperên hêzên wan kirine û di encama bersiva pêwîste de gelek çete hatine kuştin.

Têkildarî mijarê li ser navê Fermandariya YPG’ê ya Efrînê, di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek hate weşandin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Di 11'ê Çileya 2016'an saet di 04.00 de çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nûsra êrîşî çeperên hêzên me kirin. Ji gundê Şewarxa, Malikiya û Tenib bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser gundê Keştear. Hêzên me di cih de bersiv dan van êrîşan û şer heta saet 06.00 berdewam kir. Çete li vir neçar man ji qadê birevin. Hejmarek çete bi awayekî mirî ketin destê hêzên me. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiya zelalkirin. Li van qadan şer hînê dewam dike."