9 şervanên YPG/YPJ’ê li Dêrikê hatin oxirkirin

9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedanên Cizîr û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, bi tevlîbûna hezaran ve li Dêrikê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedanên Cizîr û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, bi tevlîbûna hezaran ve li Dêrikê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

 

Bi hezaran welatiyên Girkê Legê, Dêrik, Amûdê û Tirbespiyê li pêşiya nexweşxaneya bajarê Dêrikê hatin cem, beşdarî merasîma bi heybet a oxirkirina 9 şervanên YPG/YPJ’ê, Arif Kewê (Mehmûd Yeman), Cîger Xon Silopî (Erkan Dekir), Dilovan Cûdî (Serhed Dinilî), Rojhat Cizîr (Bengîn Hokîng), Berxwedan Agir (Salih Çelîk), Strêk Serhed (Melîha Corok), Jînda Dijwar (Jîdem Altîş), Andok Kelwîn (Mûsa Al-Kacî), Kemal Têkoşîn (Mezlûm Coko) bûn.

Heyetên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi nûnertiya Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saroxan, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed û fermandarê Yekîneyên Parastina Gel Hisên Şawîş beşdar bûn.

Piştî darbestên her 9 şervanên YPG/YPJ’ê hatin wergirtin, gel bi karwanekî heybet ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ket rê. Welatiyan alên Kurdî, wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.

Merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî destpê kir. Piştre Fermandarê YPG/YPJ’ê Hisên Şawîş hemû şehîdên şoreşê ku di ber mirovahiyê de canê xwe dane, bibîr anî û berxwedana gelê li Bakurê Kurdistanê silav kir.

Hisên Şawîş got ku sedsala 21’an sedsala serketina gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn e û êrîşên li dijî Rojava pêk tên îspata van serketinan e. Şawîş anî ziman ku şoreşa wan şoreşa şehîdan e û ti kes nikare bi vê şoreşê bilîze.

Piştre mafê axaftinê Rêzan Gulo wergirt û bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser. Gulo ragihand ku hikûmeta AKP’ê nahêle gelê li Bakur şehîdên xwe veşêre û ev kiryar bi tundî şermezar kir.

Serokê Detseya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo serketinên gelê Kurd ên li Rojava bibîr xist û got ku ev yek bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin, her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk li gorî pîvan û daxwazên şehîdan hatiye avakirin.

Piştî axaftinan nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre şervanên YPG û YPJ’ê darbestên her 9 şervanan rakirin û li goristanê oxir kirin.