Botan wê 12 canên hatin qetilkirin ber bi bêdawîtiyê oxir bike

Cenezeyê 12 kesên li cih û dîrokên cuda yên li navçeyên Silopiya û Cizîr û yên navenda Şirnexê hatin qetilkirin, wê sibehê li Goristana Nalaro ya Şirnexê bi awayek girseyî bên oxirkirin.

Cenezeyê 12 kesên li cih û dîrokên cuda yên li navçeyên Silopiya û Cizîr û yên navenda Şirnexê hatin qetilkirin, wê sibehê li Goristana Nalaro ya Şirnexê bi awayek girseyî bên oxirkirin.

Tê payîn ku cenezeyên 12 kesên li cih û dîrokên cuda yên li navçeyên Silopiya û Cizîrê hatin qetilkirin li Şirnexê bên oxirkirin. Piştî ji bo karûbarê otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Şirnexê û nasnameya 12 cenazeyan hat tespîtkirin û karûbarê otopsiyê temem bû, li ser daxwaza malbatan cenaze wê sibehê li Goristana Nalaro ya Şirnexê bê defin kirin.

Cenazeyên ku di dîrokên cûda de rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ji wan 8 cenaze ji aliyê Şeredariya Şirnexê ve rakiribûn depoyên hewaya sar. Cenazeyên din li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin. Sibehê piştî malbat cenazeyan ji morgê bigirin, bi awayek girseyî wê li Goristana Nalaro yê defin bikin.

Navên şehîdên xwerêveberiyê yên ku sibehê bên definkirin wiha ne: “Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Çetîn Taşar, Cebraîl Mûngan, Mehmet Tangût, Osman Telkîn, Mûrat Egul, M. Şukru Coşkûn, Mûrat Ekîncî, Ahmet Zirig, Hakan Şengul.”

4’ê Çileyê li Taxa Dîcle ya Şirnexê 2 ciwanên ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin û cenazeyên wan 7 rojan li kolanan hatin rewastandin, îro hatin wergirtin. Ji ber nasnameya ji her du ciwanan yekî nehat kirin wê cenazeya wî neyê definkirin.