YPG’ê 2 wesayîtên çeteyan îmha kir

Çeteyan careke din taxên sivîl ên bajarê Helebê topbaran kirin. 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin û çeteyek hat kuştin.

Çeteyan careke din taxên sivîl ên bajarê Helebê topbaran kirin. 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin û çeteyek hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji malpera fermî ya Yekîneyên Parastina Gel hatine girtin, çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam îro di saetên nîvro de taxên sivîl ên bajarê Helebê bi çekên giran topbaran kirin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê demildest mudaxele kirin û bersiv dan cihê ku top jê têne avêtin ango herêma Mehamil El-Basat.

Di vê navberê de 2  maşîneyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin û çeteyek hat kuştin û çend çete birîndar bûn. Pevçûn bi awayekî bi navber dewam dikin.