Desthilatdariya AKP'ê, ku di 1'ê Mijdarê de bi darbeyek faşîst desthilatdarî xesp kir, dixwaze wek darbeya 12'ê Îlona faşîst, Kurdistanê ji nû de dagir bike. Êrîşên ku bi armanca kuştin û koçberkirinê têne kirin, vekirî komkujî ne. Li tax û navçeyên ku hişmendiya welatparêzî û rêxistinîbûna demokratîk pêşketiye, êrîşên hovane pêk tînin û dixwazin vê hişmendî û rêxistiniya demokratîk têk bibin. Desthilatdariya AKP'ê, bi vê armancê êrîşî xwerêveberiyên herêmî yên demokratîk dike û dixwaze biperçiqîne.
Li hemberî van êrîşên AKP'ê, gelê Kurd, bi pêşengiya jin û ciwanan, berxwedana azadiyê dike. Di çarçoveya parastina rêveberiyên herêmî yên demokratîk de, berxwedan tê kirin û bi cengaweriyek destanî, her êrîşa hêzên dagirker berteref dikin. Gelê Kurd li hemberî komkujiyan, bi hêzeke xurt û rêxistiniyek rêkûpêk berxwedan dike. Bêguman berxwedanek wiha bi êş û azarên mezin û bi berdêlên giran pêk tê.
Li hemberî komkujî û qirkirina AKP'ê, berxwedana hebûnê, îro li Surê, Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn, Şirnex û Kerboran jî di nav de, li tevahiya navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê belav bûye. Hêzên taybet yên faşîst, bajar û navçe dorpêç kirine, rewşa awarte îlan kirine, derketina kolanan qedexe dikin, piştre bi çekên giran êrîşî taxan dikin û malên welatiyan xerab dikin. Piştre çeteyên rûdêna xwe bi paçên reş girtîne, diajone kolanan û bi riyên kirêt û dirrinde sivîlan dikujin û dixwazin îradeya gel bişikînin û bidin koçber kirin.
Di van êrîşên faşîzan ên dagirkeriyê de, zarokên biçûk, zarokên di zikê dayikan de, ciwan, keç û xortan, kalên 70 salî, yanî di her temenî de mirovan dikujin. Cenazeyê kesên ku dikujin jî bi hefteyan li kolanan dihêlin, yan jî di buzdolabiyan de têne veşartin. Hêzên faşîst ên dewletê, gelek caran cenazeyên kurdan bi wesaîtan ve dikin û li kolanan kaş dikin. Dem deman jî piştî kuştina jinan, wan tazî dikin û teşhîr dikin. Kesên ku di goran de têne veşartin jî rastî êrîşên hêzên çekdar ên dewletê tên û êrîşî goristanên Kurdan jî dikin. Desthilatdariya AKP'ê êrîşî Kurd sax jî, êrîşî Kurdên mirrî jî dike. Li pêşberî cîhanê, sucê giran ê mirovahiyê dikin.
Di nava pênc mehan de, hejmara Kurdên hatine kuştin, nêzîkî 500 kesî bûye. Bi deh hezaran mirov ji cih û warên wan hatine koçber kirin. Herî dawî di 4 û 5'ê Çile de, li Silopiya 3 jinên şoreşger ên Kurd, endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktivîsta KJA Fatma Ûyar, sê lehengên gel, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin.
Em di kesayeta sê jinên şorşeger de, êrîşên hovane û faşîzan ên desthilatdariya AKP'ê bi dijwarî şermezar dikin û şehîdên aştî, azadî û demokrasiyê bi dilsozî yad dikin. Bila were zanîn ku xwîna wan li erdê namîne. Wê têkoşîna wan bidome û heta armanca wan were cih, wê têkoşîn jî bidome. Wek hemû diktator û zaliman zulm û diktatoriya AKPê jî wê têk biçe û îradeya azadiyê serbikeve.
Gelo AKP, vê wehşeta mezin û zilma bê pîvan û komkujiyan çima dike? Vekiriye ku hebûna gelê Kurd qebûl nake. Dixwaze vî gelî bi komkujiyan, bi koçberî û asimilasyonê tune bike û bikê tirk. Sîstema ku em dibêjin, "înkar û tinekirina Kurdan"e. Komara Dewleta Tirk, li ser vê zihniyet û siyasetê hatiye avakirin. AKPe jî wek desthilatdariya dawî vê stratejiyê dike pratîkê. Serokkomar Tayyîp Erdogan, dema bi zimanekî vekirî û zelal dibêje "Pirgsirêka Kurd nîne", di vê wateyê de ye. Bi awayekî berdewamî dibêje, "Yek millet, yek devlet, yek ziman, yek al" jî tê vê wateyê.
Divê armanca van êrîşên desthilatdariya AKP'ê baş were fêm kirin. Hinek kes piştigiriyê didine AKP'ê. Lê li ser dîwarên Farqînê "Ti tirk bî, serbilindî, ne tirk bî îtîat an jî koletîyê bike" dinivîsin. Lê hinek kes jî dixwazin ser vê rastiyê bigirin û êrîşên hovane û dirrindeyî meşrû bikin. Bi awayekî derew û bê exlak dibêjin, "têkoşîna li dijî terorê ye". Divê ev rastî jî werê dîtin û fêm kirin.
Li aliyê din, gelo AKP êrîşên wiha hovane çima pêk tîne? Gelo ji ber ku di 1'ê Mijdarê di hilbijartinê de serketiye? Na, ji ber ku lewaz bûye. Ev jî baş dizane ku hilbijartina 1'ê MIjdarê bi serneket, îradeya gel xesp kir û ji bo îradeya gel bişîkîne, li dijî gelê Kurd komkujiyan bike bi darbeyekê serketin bidestxistiye. Ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, komkujiyan dike. Mana AKP'ê li ser desthilatdariyê jî, bi serketina di şerê li dijî gelê Kurd ve girêdayî ye. Ev jî dide xuya kirin ku AKP, hilbijartinên 1'ê Mijdarê, ne bi hêza xwe standin. Lewra êrîşên hovane û komkujiyên ku dike jî ji tirsa xwe ye. Divê ev rastî jî were dîtin û fêm kirin.
Gelo bi hesabên pêkanîna komkujî û koçberkirinê wê karibe Kurdan tine bike? Na, gelê Kurd zêdetir ji 40 milyonî ye û ti hêz nikarin gelê Kurd tine bikin. Ne komkujî gelê Kurd tine dike, ne koçberî. Di 12'ê Îlona 1980'î de jî Kurd mecburî koçberiya metropol û derveyî welatan kirin.
Lê dîsa jî li her derê Kurd hene û bi rêxistinî ne. Na xwe, ev êrîşên faşîzan çima têne kirin? Du armancên wê hene Ya yekemîn, dixwazin îradeya azadiya Kurd bişkinîn. Ya duyemîn, dixwazin civakbûna gelê kurd têkbibin. Dixwazin bi vî rengî pirsgirêka Kurd çareser bike. Ya sêyemîn jî ew e ku ev rastî baş were dîtin û fêm kirin e.
Êdî aşkere ye ku li holê şerê îradeyê heye. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê, dixwazin îradeya gelê Kurd û daxwaza jiyana azad têk bibin. Bi vê armancê komkujiyan dike û êrîşên bê exlaqî dike. Gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd jî, ji bo ku siyaset û îradeya qirkirin, tunekirina dewlet û desthilatdariya AKP'ê ku "Kurdan red dike, nasnake, û dixwaze tune bike" bişikîne tekoşîn dike. Bi vî rengî dixwaze dewleta tirk û desthilatdariya AKP'ê mecbur bike ku li dora maseya çareseriya pirsgirêka Kurd bide rûniştandin. AKP jî ji ber vê yekê, giringiyek mezin dide şerê psîkolojîk û rêbazên çeteyên DAIŞê bi kar tîne.
Dewleta Tirk û AKPê polîtîkayên xwe yên hundir û derve jî li gorî vî şerê faşîzan plan kirine. Ji aliyekî ve, li Bakurê Kurdistanê komkujiyên vekirî dike, li aliyê din, behsa destura Bingehîn ya sivîl dike. Divê werê zanîn, eger berxwedana gelê Kurd bişikîne, wê Desturnameyek faşîst ya nû amade bike. Lê ji bo ku kiryarên xwe yên derî însanî û bê exlakî li Kurdistanê veşêre, rojevê biguhere, bala raya giştî bikişîne cihekî din, serî li van riyan dide. Divê ev siyaseta AKPê ya dirû û derew werê teşhîr kirin.
Dîsa helwesta Rusya ku projeya KCD ya demokratîk erê dike, dixwaze wek "Polîtîkaya Rusyaya kevin" derbixe pêş. Başe çima? Komara Dewleta Tirkiyeyê dixwaze, ji nakokiyên navbera Amerîka û Rusya sud bigire. Ji xwe hewl dide ku nakokiyên navbera Rusya û Amerîka kûr bike û şerekî di navbera her du aliyan de derbixe. AKP hebûna xwe li ser nakokî û şer didomîne. Ev jî dizane ku hebûna wan bi nakokî û şer ve girêdayî ye, naxwe têkçûna wan nêzîk bûye. Tirkiye nunerê netew-dewleta statukoparêz e. Hêza ku xwe biguhere û xwe li gorî demê demokratîk bike nikare nîşan bide.
Di heman demê de dixwaze hebûna xwe li ser nakokiyên di navbera Kurdan de berdewam bike. Ew di wê baweriyê de ne ku, ew ê Kurdan bînin hemberî hev û ji şerê navbera Kurdan de sudê werbigrin. Ji ber vê çendê, dixwaze PKK û rêxistinên din ên Kurd bîne hemberî hev. Dixwaze Kurdên li parçeyan, li dijî hev bi kar bîne. Kurdên li Amedê qir dike, di komkujiyan re derbas dike, lê dibêje, ez ala Hewlêrê qebûl dikim. Ev polîtîkaya parçekirinê ye. Dixwaze wan li dijî hev bide şer kirin, wan lewaz bike û di şerê li dijî Kurdan de serketinê bidest bixe. Divê tevahiya Kurd vê polîtîkayê baş nas bikin û fêm bikin.
Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP, çiqasî li dijî Bakurê Kurdistanê be, li dijî Kurdên Başûr, Rojava ye jî. Eger Kurdên Bakur têk bibe, dor wê werê parçeyên din û êrîşî Kurdên din jî bike. Ew hesabekî wiha dike û planê wan yê stratejîk jî ev e. Komara Tirk, bi ti awayî azadiya Kurdan û hebûna wan qebûl nake. Divê Kurd li parçeyên din bi vî rengî, rastiyê bibînin û fêm bikin.
Bi berxwedana cewherî ya 5 meh û nîvan, ku gel Rêveberiyên Demokratîk ên herêmî diparêze, plan û hesabên AKP'ê bi pirranî têk çûn. AKP'ê hesab dikir ku gelê Kurd wê li ber xwe nede, lê gelê Kurd li her navçe û bajarî li dijî planên kujerî û faşîzan ên AKP'ê berxwedan da dest pê kirin û planên AKPê têk birin. AKPe ketiye nava aloziyek xerab. Netew-dewlet, statukoparêziya Komara Tirk, siyaseta komkujiyan bi cîhanê nikare bide qebûl kirin. Tevahiya lîstikên wan xerab bûne, dostê wan ê herî nêzîk Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî, li dijî êrîşên dawî û komkujiyan derdikevin û daxwaz dikin ku vegerin ser maseya aştiyê.
Ciwan û jinên Kurd, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine perwerde kirin, bi cengaweriyek destanî û fedekariyek dîrokî, berxwedanê dikin. Ev îradeyek mezin û azad e. Êrîşên AKP'ê yên îro nikare vê îradeyê têk bibe. Her êrîşa hêzên dagirker, her komkujî, îradeya gelê Kurd û kîna serketinê dijwartir dike. Ciwan û jinên Kurd bi berxwedana xwe, bi bangên xwe vê rastiyê vekirî nîşan tevahiya cîhanê didin.
Lewra, di demeke nêzîk de, AKP'ê jî wek desthilatdariyên berî xwe, wê di xwîna dirijîne de bifetise. Îradeya azadî û demokrasî jî wê bi ser bikeve.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA