BI DÎMEN

Li Daqoqê merasîma bîranînê: Divê em bibin şopdarên Sakîneyan

Di salvegera 3. a komkujiya Parîsê de 3 jinên şoreşger li Daqoqê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Li navçeya Kerkûk Daqoqê, bi pêşengiya Akademiya Şehîd Merwan, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîma li salona akademiyê de gelek Daqoqî amade bûn. 

Rojda Germiyanî li merasîmê peyivî û bal kişand ser jiyana Cansiz. Germiyanî got, "Hevrê Sakîne ji nû ve vejîna jinên Kurd nîşan dide. Mîna ku di pirtûka xwe de jî dibêje; jiyana wê her şer bû. Dema dest bi têkoşînê kir bi tena serê xwe bû. Di nava tevgera PKK'ê de bingeha têkoşîna azadiya jinê danî. Em îro dibînin ku bi mîlyonan jinên Kurd li ser şopa hevrê Sakîne ji bo azadiyê têdikoşin. Di zîndana Amedê de li dijî her şêwe îşkenceyên li hemberî mirovahiyê nîşan da ku jina Kurd li ser lingê xwe dkare bisekine û ti carî teslîm nabe. Ya ku dibe para me jî, meşa li ser şopa wê ye. Divê em heta dawiyê bibin şopdarên xeta Sakîne."

Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...