Polîsên Tirk li meşvanên Botanê xistin

Meşvanên Botanê yên ji Bedlîsê bi rê ketin, li cihekî 8 km nêzî Misricê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Polîsên Tirk ên ketin hundirê wesayîtan, li gel xistin.

Welatiyên ji bo tevlî "Meşa Botanê" ya ji bo rakirina cenazeyên kesên li Şirnex, Silopiya û Cizîrê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin ji Sêrtê bi rê ketin, li bendên kontrolê yên polîsan ên li ser rê, bi saetan hatin sekinandin.

Otobusên meşvanan ên ji Bedlîsê bi rê ketin, li cihekî 8 kîlometre nêzî navçeya Sêrt Misricê hatin sekinandin.

Di encama hewldana parlamenterên HDP'yî yên axaftina bi Walîtiyê re, destûr hat dayîn ku wesayît derbas bibin. Lê belê hînê wesayît bi qasî kîlometreyekê bi pêş de neçûn, careke din ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin.

Polîsên Tirk vê carê ketin hundirê otobusan û li gel dan. Girseya gel a bi zorê li vê derê tê sekinandin, bi biryar e meşa xwe bidomîne.