Nasnameya 2 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin

YPG’ê agahiyên nasnameyên 2 şervanên xwe yên Kanûna 2015’an li Dêrikê jiyana xwe ji dest dane parve kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku 2 şervanên wan ên bi salan e di nav refên wan de cih girtine û di çeperên berxwedanê de rê nedane çeteyan, dema wezîfeyekê de tevlî nava karwanê şehîdan bûne.

YPG’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dûbare kir.

Agahiyên nasnameyên şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Agirî Ciya
Nav û Paşnav: Şevan Husên
Navê Dayikê: Rizqiye
Navê Bav: Gerî
Cihê Jidayikbûnê: Girkêlegê / Gir Ziyaret
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik – 26’ê Kanûna 2015’an
**
Nasnav: Demhat Ciya
Nav û Paşnav: Fayiz Hesen
Navê Dayikê: Asime
Navê Bav: Nisredîn
Cihê Jidayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik - 26’ê Kanûna 2015’an