Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li hember ravendin û definkirina cenazeyan ên li Silopiyayê ku terora dewletê didome, bertek nîşan da, da xuyakirin ku dewleta Tirk ev sed sal in cenazeyên gelê Kurd direvîne. Îrmez wiha got: “Ev polîtîkaya qirêj, revandina cenazeyên Şêx Saîd û Saîdê Kurdî tîne bîra mirov.” Şeyhmûs Sîdar ê ku birayê wî hat qetilkirin û têkîldarî cenazeyê birayê wî de ti agahî nehate dayî, revandina cenazeyan wek “bêrêzdarî” û “wehşet” nirxand.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku êrîşên qirkirinê ji 14’ê Kanûnê ve didome, berxwedana gel dewam dike. Hêzên dewletê bi qetilkirinê ve têr nabe vê carê jî ev nêzî mehekê ye êşkenceyê li cenazeyan jî dike. Şeyhmûs Sîdar, birayê Seyfettîn Sîdar (31) e yê ku bavê 2 zarokan bû, 24’ê Kanûnê li Taxa Barbarosê dema çû gel cîranên xwe ji aliyê hêzên dewletê hat qetilkirin, êşkenceya dewletê ya li ser cenazeyan nelet kir. Sîdar diyar kir ku dewlet her cure zilmê li wan dike, wiha bertek nîşan da: “Yên me yên herî bi nirx ji me girtin. Di mirinên asayî de jî em cenazeyên xwe bi hezaran ve defn dikin. We me qetilkirin, ji bo çi hûn cenazeyên men adin me? Çima? Cenazeyê birayê min ji 2 hefteyan zêdetir di sarincê de ma.”
‘EV BÊRÊZÎ YE, WEHŞET E’
Sîdar ragihand ku cenazeyê birayê wî di depoya hewaya sar a li Deriyê Sînorê Xabûrê tê girtin, wiha dom kir: “Ez li gelek saziyên dewletê geriyam, bi ti şêwazî besiv nedan. Ev bêrêziyek pir mezin e. Wehşet e. Ez ji Karên Diyanetê re jî dipirsim, defnkirina cenazeyan bi vî awayî caîz e? Ewqas rojên ev êşkenceya bi cenazeyan dikin ma ne guneh e?”
‘HEWL DIDIN QETLÎAMAN BINUXUMÎNIN’
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî têkîldarî êrîşên li Silopiyayê agahî dan, revandina cenazeyan û operasyonên nêrînê yên medyaya şerê taybet a li ser Silopiyayê rexne kir. Îrmez destnîşan kir ku medyaya şerê taybet a dewletê ketiye nav fikarên nixumandina qetlîaman. Îrmez mînaka rojnameya Hurriyetê da, bi bîr xist ku di derewan de medyaya şerê taybet pir bê perwa bûye.
‘CENAZEYAN DIREVÎNIN Û DEREWAN DIKIN’
Îrmez têkîldarî revandina cenazeyên ji aliyê dewletê agahî da, wiha got: “Cenazeyên li mizgeftê, cenazeyên mirovên me yên ku ji aliyê dewletê hatine qetilkirin û welatiyan birine mizeftê ne.
Omer Mûslû yê 70 salî, dema li ser nimêjê bû ji aliyê tîmên taybet hat gulebarankirin. Mehmet Mete yê 10 salî di 21’ê Kanûnê de di encama gulebarana polîsan de hat qetilkirin. Cenazeyê Aydin Mete ku xizmê Mehmet Mete ye, piştî 4 rojan li kolanê hat dîtin. Dewlet ev her sê cenaze jî revandiye. Ji ber cenaze revandine, ev derewa jî afirandiye.”
‘RÊZIKNAMEYA TAYBET DERXISTIN’
Îrmez bi bîr xist ku heta niha li Silopiyayê 25 welatî hatine qetilkirin, 5 ji wan hatine defnkirin, cenazeyên 13 welatiyan jî di depoya hewaya sar a Deriyê Sînorê Xabûrê de tê ragirtin, got dewlet bi awayekî aşkera êşkenceyê bi cenazeyan dike.
‘REVANDINA CENAZEYÊN ŞÊX SAÎD Û SAÎDÊ KURDÎ TÎNE BÎRA MIROV’
Îrmez wiha got: “Ev polîtîkaya qirêj, revandina cenazeyên Şêx Saîd û Saîdê Kurdî tîne bîra mirov.” Îrmez bi bîr xist ku bi salan e li ser cenazeyên gelê Kurd lîstikên wiha qirêj tên lîstin.
Îrmez da xuyakirin ku yê vê zilmê pêk tîne AKP’e ye û wê hesabê wê bide.