Li Cizîrê 3 cenaze rakirin nexweşxaneyê
Cenazeyên Şukru Coşkûn, Nebî Katlav û Alî Bagdû yê duh li Cizîrê hatin qetilkirin, ji aliyê ambûlansa Şaredariyê ve ji cihê lê hatin qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirexê.
Cenazeyên Şukru Coşkûn, Nebî Katlav û Alî Bagdû yê duh li Cizîrê hatin qetilkirin, ji aliyê ambûlansa Şaredariyê ve ji cihê lê hatin qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirexê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya terora dewleta Tirk di roja 29. de berdewam dike, duh di saetên şevê de polîsên Tirk cenazeyê Şukru Coşkûn yê duh li derdora kolana Mezbahaneyê ya Taxa Cûdiyê hat qetilkirin rakirin nexweşxaneyê û cenazeyê Nebî yê ku li gel Coşkûn hat qetilkirin û ji ber şer cenazeyê wî nehat rakirin, îro gel xwest werbigire, lê nikarîbûn bigirin. Li ser hevdîtina ku îro li gel polîsan hat kirin, cenazeyê Nebî ji cihê lê hat qetilkirin bi ambûlansa Şaredariyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Dîsa cenazeyê ciwanê bi navê Alî Bagdûr ê li derdora Kargaha Ard a Taxa Nûrê yê duh di saetên şevê de hat qetilkirin, bi ambûlansa ku îro çû taxê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.