Helîkoptereke artêşa Tirk li Sûrê derb xwar

Di roja 41. a berxwedana Sûrê ya li dijî tank, top û helîkopterên dewleta Tirk de, hêzên YPS'ê derb li helîkoptereke artêşa Tirk dan.

Di roja 41. a berxwedana Sûrê ya li dijî tank, top û helîkopterên dewleta Tirk de, hêzên YPS'ê derb li helîkoptereke artêşa Tirk dan.

Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk di roja 41. de didomin. Li hemberî van êrîşan berxwedana Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî di asteke bilind de dewam dike.

Şerê di navbera hêzên YPS û hêzên dewleta Tirk de, danê sibehê careke din dijwar bû.

Di dema vî şerî de, hêzên YPS'ê derb li helîkoptereke li ser navçeyê difiriya, xistin.

Ji helîkoptera derb xwar, dûxan bilind bû. Helîkopter bi lez û bez ji herêmê reviya.