Meşa Botanê ya di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de bi tevlîbûna bi hezaran welatiyî pêk tê di ketina Sêrtê de hat astengkirin. Welatiyên ji danê sibehê ji bo xwe bigihînin Şirnexê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Sêrtê, di 2 nuqteyên cuda de ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin sekinandin, ketina bajar hat astengkirin. Li ser vê jinan rêya xwe guhertin, biryar dan ku ji ser Mêrdînê derbasî Şirnexê bibin. Têkîldarî mijarê Endama Heyeta Îmraliyê û Endama Desteya Rêveber a KJA Ceylan Bagriyanik daxuyanî da, diyar kir ku gelên Tirkiye û Kurdistanê ji bo girtina cenazeyan rêya xwe didomînin, wiha berdewam kir: “Di her gavek xwe de em rastî astengiya dewleta faşîst mêtinger hatin. Em li vir bi biryarên gladyoyê ve rû bi rû ne. Em tên astengkirin, lê em ê dest ji meşê bernedin. Ew dikarin pêşiya me bigirin, lê em ê bi berxwedanê tevahî rêyan vekirin, ev rêyên bi berxwedanê me vekirin jî wê me bibin azadiyê. Li dûv vê berxwedanê azadî heye û em ê dorpêçan bişkînin. Em bi biryar in, em ê biçin Şirnexê.”
Piştî axaftinan, bi hezaran welatiyên li Qada Mesîre Parka Barişê kombûne, li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi Şirnexê ve ketin rê.