Li Dêrsimê polîsên Tirk êrîşî protestoyê kir

Li Dêrsimê, girseya ku terora dewleta Tirk porotesto dikir, rastî êrîşa polîsan hat.

Li Dêrsimê, girseya ku terora dewleta Tirk porotesto dikir, rastî êrîşa polîsan hat.

Girseya ku ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîr, Silopiya, Sûr û qetilkirina 12 ciwanan a li Wanê meşek li dar xistin. Bi destpêkirina meşê re polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kir.

Girseyê pankarta “ DEM-Genç berxwedanê mezin bikin, em ê hesabê qetlîamên li Cizîr, Silopiya, Sûr û Wanê bipirsin” li kolana Sanatê kom bû û ber bi Parka Seîd Riza ve ketin rê. Polîsan bi ava şid êrîş kir û gelek wesayîtên TOMA û akrep li derdor bi cih kirin. Pevçûnên di navbera girse û polîsan de hê jî didome.