Akyol: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin

Li navçeya Amed Sûrê, ku ev 42 roj in ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin, têkoşîna ji bo statuya gelê Kurd dewam dike. Hevşaredara Navçeya Çinarê ya DBP'yî Akyol diyar kir, ku li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke mezin a tinekirinê tê meşandin.

Li navçeya Amed Sûrê, ku ev 42 roj in ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin, têkoşîna ji bo statuya gelê Kurd dewam dike. Hevşaredara Navçeya Çinarê ya DBP'yî Hayat Akyol diyar kir, ku li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke mezin a tinekirinê tê meşandin. Akyol ku ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyê li Meclîsa Gel a Sûr Îskenderpaşayê nobedê digire, da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê dixwaze bi barandina bombeyan û bi tîbûn û birçîbûnê re hewl dide vîna gelê Kurd teslîm bigire. Akyol a ji ANF'ê re axivî got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin û vîna xwe teslîmî dewletê nekin."

Hevşaredara Çinarê Hayat Akyol da zanîn ku şerê li navçeyê her diçe dijwar dibe û destnîşan kir, ku li taxên derketina derve lê hatine qedexekirin, jiyanek li derveyî şert û mercên mirovahiyê li ser gel tê ferzkirin. Akyol işaret bi tinebûna elektrîk, av û xwarinê kir û anî ziman ku tevî her tiştî jî gel li dijî dorpêçiyê li ber xwe dide. Akyol got, "Bi tankan bombeyan li ser gelê me dibarînin. Hikûmet Kurdan tine dihesibîne û hewl dide vîna wan bişikîne. Lê belê vîna Kurdan wê ti carî neşikê. Çawa ku gel û tevgera Kurd ev 30 sal in ji bo statuyê têdikoş e, îro jî têkoşîna xwe didomîne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin û vîna xwe teslîmî dewletê nekin."

'JI ALIYEKÎ VE DEWLET, JI ALIYEKÎ VE MEDYA BOMBERDÛMANÊ DIKE'

Akyol bêdengiya li rojavayê Tirkiyeyê rexne kir û da zanîn ku ev bêdengî bêhtir cesaretê dide zaliman ku komkujiyan bike. Hevşaredar Hayat Akyol diyar kir ku li rojhilatê Friatê hêzên dewletê bombeyan li gelê Kurd dibarînin, li rojavayê Firatê jî medya hawiz bi nûçeyên xwe yên derew gel bomberdûman dike.

Akyol got, "Eger çapemeniyê mirinên li vê derê bidîta û rastî binivîsanda, hovîtî nedigihaşt vê astê" û destnîşan kir, ku medya hawiz a ku pitikek di zikê dayikê de û dayikek 70 salî weke 'terorîst' bi nav dike, bi awayekî vekirî hem aliyekî şer e, hem jî parçeyek ji stratejiya şer e. Akyol ragihand, ku xendek ji bo tinekirina gelê Kurd bahane ye û da zanîn, ku meseleya esasî, bêdengkirina daxwaza statuya Kurdan e. Akyol got, "Ciwanan ev xendek, ji bo xweparastina ji zilma dewletê kolandin. Ev yek parastinek li dijî êrîşan e."

'EM JIN, EM Ê SERÎ NETEWÎNIN, EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'

Hevşaredar Akyol bibîr xist, ku di salvegera 3. a komkujiya Parîsê de vê carê li Silopiyayê endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA Fatma Ûyar ji aliyê dewletê ve hedef hatine girtin û ev yek, nêrîna dewletê ya li hemberî jinên têkoşer radixe pêş çavan. Akyol got, "Ji bo çavtirsandina jinên berxwedêr, komployek e. Jin wê pêşengiya xwe ji vê têkoşînê re bidomînin. Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Weke jin em ê ti carî serî netewînin û ji rêya xwe venegerin."

...