Li Sûrê mal bi tankan tên bomberdûmankirin

Li navçeya Amed Sûrê, ku êrîşên dewleta Tirk ev 41 roj in dewam dikin, danê sibehê 2 teqînên mezin rû dan. Têkîldarî mirî û birîndaran agahî nehatin girtin.

Li navçeya Amed Sûrê, ku êrîşên dewleta Tirk ev 41 roj in dewam dikin, danê sibehê 2 teqînên mezin rû dan. Têkîldarî mirî û birîndaran agahî nehatin girtin. Navçe ji danê sibehê ve bi tankan hatin bomberdûmankirin, topa tankê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ket.

Li navçeya Sûr a Amedê ku terora dewleta Tirk di roja 41. de didome, ji danê sibehê ve dengên zêde yên topan û çekan bilind bû. Hate ragihandin ku li derdora Mizgefta Kûrşûnlû ku pevçûn lê zêde pêk tên, mal hilweşiyane. Li navçeyê ku çekên giran tên bikaranîn, di saetên sibehê de li nêzî Dibistana Suleyman Nazîf 2 teqînên mezin rû dan, têkîldarî mirî û birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin. Li Taxa Fatîhpaşa jî hate diyarkirin ku tîmên taybet derdora xwe ketober gulebaran dikin.

MAL TÊN HILWEŞANDIN

Bi topbarana tankên li Dibistana Mardînkapi ya Taxa Hasirli hatine bicihkirin de avahî tên xerakirin. Ji bo tank karibin bikevin taxan jî bi kepçeyên zirxî ve xerakirina malan didomînin. Li ser navçeyê jî tevgera helîkopteran zêde ye.

Her wiha hat ragihandin ku li navçeyê topa tankê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ketiye. Hat diyarkirin ku ti kesî zerar nedîtiye, welatiyên li navendê dan xuyakirin ku tîmên taybet derdora xwe ketober gulebaran dikin, bertekên xwe nîşan dan.