Li Wanê polîsan êrîş kir: Gelek birîndar û binçavkirî hene

Gelê bi armanca protestokirina 12 kesên duh li Wanê hatin înfazkirin kom bûn rastî êrîşa polîsan hatin, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan û Dayik hatin derbkirin. Polîsan gelek kes birîndar kirin û her wiha binçav kirin.

Bi hezaran kesên ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Bajarê Wanê bi armanca protestokirina înfazkirina 12 welatiyên duh li navçeya Artemêtanê ya Wanê kom bûn rastî astengiya polîsan hatin, li ser vê bi çalakiya rûniştinê ve rê li trafîkê girtin. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Rêxistinên DBP-HDP’ê yên navçe û bajar, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA tevlî çalakiya rûniştinê bûn.

Dema çalakiya rûniştinê, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Dayikên Aştiyê hatin derbkirin.

Dorpêça polîsan a li dora avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr didome, di kolanan de di navbera gel û polîsan de pevçûn dewam dike.

...