‘Ciwanên duh we digirtin îro li Cizîrê pêşengên berxwedanê ne’
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk lê didome, gel ber bi Taxa Cûdiyê ve ket rê.
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk lê didome, gel ber bi Taxa Cûdiyê ve ket rê.
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk didome de, gel ber bi Taxa Cûdiyê ve ket rê. Piştî meşê Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmed Tûnç daxuyanî da û wiha got: “ Gelê Cizîrê yê ku dijmin kefen lê pêçaye, bi berxwedanê kefen çirandiye.”
Êrîşên hêzên dewleta Tirk a li hember berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê, gel rexmê êrîşan ber bi Taxa Cûdiyê ve ketin meşê. Ji bo girtina cenazeyên Şukru Coşkûn û Nebî Katlav ên duh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ji ber êrîşan hê jî li kolanan in, ji bo girtina cenazeyan bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Şehîd Namirin” dest bi meşê kirin. Di meşê de Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz cih girt û bi gelê taxê re civiya.
Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç daxuyaniyek da û diyar kir ku, ji 7 salî heta 70 salî gelê Cizîrê ev 29 roj in rexmê hemû êrîşan li ber xwe didin. Tûnç wiha anî ziman “ Di sala 2009’an de di bin navê oparasyonên KCK’ê de bi sedan ciwan binçav kirin û girtin. Bi sedan zarok bi hinceta ku kevir avêtine hatin girtin. Îro ew ciwanên ku we girtin li pişt bendan li ber xwe didin. Ew ciwanên ku di zindanan de îro pêşengên berxwedana Cizîrê ne. Îro li Cizîrê şer şerê hebûn û nebûnê ye. Gelê Cizîrê yê ku dijmin kefenê lê pêçaye, bi berxwedanê kefen çirandiye. Ev 29 roj in zarok, jin û ciwan li kolanan li hember êrîşan berxwedanê dikin.”
JI BER ÊRŞAN CENAZE NAYÊN GIRTIN
Piştî daxuyaniyê girseyê xwest cenazeyan werbigirin, lê ji ber êrîşên hêzên dewletê nikarin cenazeyan bigirin. Girse bi dirûşmên “Bijî Berxwedan Cizîrê” ketr rê, li ser tevgera girseyê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî meşê kirin. Gel rexmê hemû êrîşan xwe gihand taxan.