Hezaran kesî Tayfûn Yaşli oxir kir

Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha 18 Mart a Çanakkaleyê Taygun Yaşli yê li Cizîrê hate qetilkirin, li gundê Şeba yê Milazgîrê ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin.

Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha 18 Mart a Çanakkaleyê Taygun Yaşli yê li Cizîrê hate qetilkirin, li gundê Şeba yê Milazgîrê ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin.

Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha 18 Mart a Çanakkaleyê Taygun Yaşli yê li Cizîrê di 10'ê Çileyê de hate qetilkirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihate wergirtin, li gundê Şeba yê Milazgîra Mûşê ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin. Cenazeyê Yaşli serê sibehê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin û li navçeya Xelatê ya Bedlîsê hate pêşwazîkirin û ber bi gundê xwe derket rê. Cenaze di ketina gund de ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" "Kurdistan Wê Ji Faşîzmê Re Bibe Goristan" anîn mizgefta gund.

Cenazeyê Yaşli piştî wecibeyên olî bi dirûşma "Kiryar Nikarin Me Bêzar Bikin" ve hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê yê Milazgirê Rahmî Akçîn axivî û wiha got: "Tayfun ciwanekî Kurdistanê bû. Hevalê zilma heyî qebûl nekir û serî rakir. Şehadeta birûmet nabe nesîbê hemû kesan. Peywira me xwedîlêderketina ala wan e."

Bavê Yaşli, Ethem Yaşli jî wiha got: "Şehîd tenê şehîdê min nîne şehîdê Kurdistanê ye."

Bi hezaran kesên tevli merasîma cenaze bûn çûn mala sersaxiyê.