Kaya: Werin, bûyeran bi çavê xwe bibînin!
Polîsên Tirk destûr nedan ku Endamên Kongereya Îslama Demokratîk (DÎK) li Qada Şêx Saîd nimêja cenaze ya paşpenî ya ji bo kesên li Cizîr, Sûr û Silopiyayê hatin qetilkirin bikin.
Polîsên Tirk destûr nedan ku Endamên Kongereya Îslama Demokratîk (DÎK) li Qada Şêx Saîd nimêja cenaze ya paşpenî ya ji bo kesên li Cizîr, Sûr û Silopiyayê hatin qetilkirin bikin.
Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) xwest ji bo kesên ku li Cizîr, Sîlopî û Sûrê hatin qetilkirin li Qada Şêx Saîd a nêzî navçeya Sûrê ye nimêje cenaze ya paşpenî bike. Oldarên ku ji bo cenaze li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kom bûn ji vir ber bi qadê ve dest bi meşê kirin. Di meşa ku parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Ayhan Bîlgen, Nîmetullah Erdogmuş, endamên KÎD'ê beşdar bûn de îlahî hatin xwendin.
Polîsan li qadê pêşiya komê bi wesayîtên zirxî ve girtin û bi gotina qad qedexeye destur nedan.
Di hevdîtînên hatin kirin de jî ji ber encam derneket komê li ber barîkata polîsan daxuyanî dan.
'EM LI TIRKIYEYÊ EWQASÎ AZAD IN!'
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya diyar kir ku çawa pêşiya kesên ku ji bo dorpêça mirinê bê rakirin çûn Sêrtê hate girtin ew jî li ber Sûr a ku ciwan hatine kuştin, cenaze nikarin bên wergirtin, li mizgeft û dibistanan cenaze tên rawestandin tên astengkirin. Kaya anî ziman ku ew bi oldar, jin û ciwanan re ji bo dorpêç û înfazan bidin rawestandin hatine û nirxandina "Waye em li Tirkiyeyê evqaz azad in, nikarin bikevin taxan" kir.
'KÎ KÊ DIKUJE EM BAŞ DIZANIN'
Kaya tiştên ku îro diqewime bi pêkenoketî dema 28'ê Sibatê vegot û wiha got: "Bizina mele hatibû dizîn lê wekî 'mele bizin dizî' hatibû nivîsandin. Ev rastiya ku bisalan e em dizanin e. Gelê kurd ê ku îro zarok û kal û pîrên xwe yên li ser nimêjê tên qetilkirin, li dijî van mirin û înfazan têkoşîna azadî û edaletê dide. Çapemeniya Tirkiyeyê, hemû siyasetmedar, her roj ên li Televîzyonan diaxivin mejiyê gel ditevîzinin. Gelê kurd li vir ne ji 7 salî heta 70 salî ji zikê dayikên xwe tên qetilkirin lê hemû cihan û gelên Tirkiyeyê bi gotina 'li dijî terorîstan şer tê dayîn' tê xapandin. Em baş dizanin kî kê dikuje. Ji ber vê yekê jina ku bi telefonê tevli bernameyeke televîzyonê dibe û dibêje li vir zarok tên qetilkirin xayîn tê îlankirin."
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
Kaya anî ziman ku çi dibe bila be ew ê daxwaza xwe ya aştiyê bilindtir bikin. Kaya got ku yên xwedî wijdan bila bên zilma li vî derê diqewime bibînin.
LI KOLANAN MIROV TÊN QETILKIRIN
Piştre li ser navê KÎD'ê Hebûn Aslan daxuyanî xwend.
Aslan bilêv kir ku ev demeke dirêj e li Cizîr, Sîlopî, Sûrê berê jî li Farqîn, Gever û Nisêbînê bi rojan di bin dorpêçê de ma û qatlîamek hate jiyîn. Aslan wiha got: "Li axa xwe, li kolanên xwe û li malên xwe mirov tên qetilkirin. Cenazeyên wan li kolanan tên rawestandin. Destur nayê dayîn ku bên definkirin. Kedkarên tenduristiyê jî di nav de hedef tên nîşandan û qetilkirin, wetî terorîst tên binavkirin. Ev hemû li ber çavên Tirkiye û cihanê çêdibe. Lê çi heyf e ne cihanê ne jî li Tirkiyeyê derûdorên îslamî bertek nîşan nadin."
Aslan diyar kir ku ew van pêkanînan qebûl nakin û van qatlîaman şermezar dikin.