Cenazeyên Bagdûr û Taşkin ên hatin qetilkirin spartin axê
Cabbar Taşkin û Alî Bagdûr ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin, li gundê Kiriş ê Cizîrê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

Cenazeyên Cabbar Taşkin û Alî Bagdûr ê di terora dewleta Tirk a li hember berxwedana xwerêveberiya gel a li Cizîrê hatin qetilkirin, ji aliyê malbatan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin girtin, li gundê Kiriş ê Cizîrê hatin defnkirin. Ji ber qedexeyê ji Cizîrê kes tevlî merasîma cenazeyê nebû, ji gundê Kiriş û gundên derdor bi sedan kes tevlî bûn. Cenazeyên Taşkin û Bagdûr ên bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” ve birin goristana gund, li goristana gund hat defnkirin.
Taşkin, di êvara 31’ê Kanûnê de li taxa Cûdî nêzî mala wî ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatibû birîndarkirin û ji ber gulebarana wesayîtên zirxî yên tevahî êvarî li cihê hat hedefgirtin, jiyana xwe ji dest da. Alî Bagdûr ê 25 salî jî di 10’ê Çileyê li derdora Fabrîkaya Ard a li Taxa Nûrê di encama gulebarana tîmên taybet ên Tirk de hatibû qetilkirin.