BI DÎMEN

Mele Akyuz: Xendekên li Medîne hatin kolandin ji bo parastinê bûn

Akyuz diyar kir ku li Medîne, ji bo gel zerarê nebîne li çar aliyên bajêr xendek hatin kolandin û got, "Xendek xweparastin e. Ji ber ku xendek ne rêbaza êrîşê ye, weke xweparastinê tê qebûlkirin."

Akyuz diyar kir ku li Medîne, ji bo gel zerarê nebîne li çar aliyên bajêr xendek hatin kolandin û got, "Xendek xweparastin e. Ji ber ku xendek ne rêbaza êrîşê ye, weke xweparastinê tê qebûlkirin."

Mele Abdurrahman Akyuz, ku ji ber bal kişand ser rewşa şer a li Kurdistanê û Îslamiyeta rasteqîn bi gel re parve kir 2 caran rastî êrîşa hêzên kontra hat û bi giranî birîndar bû, der barê xendekên li Medîne de ku ji aliyê Selman-î Farisî pêşiyara wê kiribû, ji ANF'ê re axivî.

'HZ. MÛHAMMED LI GORÎ BIRYARA GEL TEVDIGERIYA'

Mele Abdurrahman Akyuz diyar kir ku ya li niha li ser gel tê ferzkirin, ti eleqeya xwe bi Îslamiyetê re nîne û anî ziman ku li hemberî êrîşên li dijî gelê li Medîneyê, pêşniyara 'li mala xwe xwe biparezin' a Hz. Mûhammed ji aliyê gel ve nehatiye qebûlkirin, lê pêxember li gorî vê biryarê tevgeriya ye.

Mele Akyuz da zanîn ku di Îslamiyetê de otorîteriya yek şexsî û rêbaza ferzkirinê nîne û got, "Mesela li Medîne, êrîşa dijberên Îslamê hebûn. Pêxemberê me gelê li Medîneyê li hev civand û li hemberî êrîşan pêşniyara xwe kir. Ji her kesî xwest ku bikeve hundirê mala xwe û bersivê bidin êrîşan. Ji ber ku mirov dema li mala xwe bin, dikarin bi hêsanî hêza xwe komî ser hev bike. Dikare li ser revê bifikre, lê belê ji ber ku cihekî revê nîne, hingî mirovê li hemberî neheqiyê têbikoin Lewma wê hemû hêza xwe seferber bike. Lê belê ruhê wê demê yê ciwantiyê ev pêşiyar qebûl nekir û gel got, 'em nakevin hundirê malan, bi qasî ku li hemberî dijmin bikevin hundirê malan em biçûk nînin'. Bi vî rengî pêşniyara Pêxemberê me hat redkirin. Bi vê biryarê yekê re gel bi hev re şêwirî, derket derve û dest bi şer kir." Akyuz ragihand ku ji ber vê yekê gel di şer de têk çû û anî ziman ku her çend ji ber rêbaza Hz. Mûhammed qebûl nekirin têk çûn jî, Hz. Mûhammed ev biryara wan li rûyê wan nexist."

'PÊNC ARMANCÊN XENDEKÊN LI MEDÎNE HEBÛN'

Mele Akyuz di dewama axaftina xwe de diyar kri ku li Medîne, ji bo gel zerarê nebîne li çar aliyên bajêr xendek hatin kolandin û destnîşan kir, ku ji bo parastina can û malê mirovan xendek rewa ne. Mele Akyuz got, "Bi nêrîna Selman-î Farisî re kolandina xendekan hat pêşniyarkirin. Di çarçoveya vê nêrînê de, ji bo Medîne ji hêzên dagirker were parastin, li çar aliyên bajêr xendek hatin kolandin. Ji ber vê yekê di dîroka Îslamê de weke 'Şerê Xendekan' heta roja îro tê zanîn. Xendek xweparastin e, ji ber ku xendek ne rêbaza êrîşê ye, weke xweparastinê tê qebûlkirin. Ji Hz. Adem heta Îslamiyertê 5 armancên bingehîn ên hemû olan hene. Ev armanc; parastina nifş, parastina aqil, parastina can, parastina mal, parastina ol e. Xendek ji bo van her pênc armancan e. Ne rêbazeke êrîşê ye. Her hewldanek li ser bingeha xweparastinê, li ruh û cewhera Îslamiyetê tê."

'YÊN ZAROKAN QETIL DIKIN, ELEQEYA XWE BI OL RE NÎNE'

Mele Akyuz bal kişand ser qetilkirina zarokan û hilweşandina mabetên olî li Kurdistanê û destnîşan kir, ku cihê vê yekê di Îslamiyetê de nîne. Mele Akyuz got, "Di şer bi xwe de jî hin cih, hin mirov bêguneh in. Dayik, zarok, extiyar, nexweş, mabetên olî di hemû şeran de bêguneh in. Êrîşa li hemberî van tê wateya redkirina ruhê Îslamê. Di dema Harûn Reşîd de tamîkirina dêrên li Fîlîstînê bi budçeya Îslamê bi xwe, dihat kirin. Xeyrî Muslum jî tevlî civînên wan dibû û nêrînên xwe dianîn ziman. Di navbera hemû ol, çand û şaristaniyan de aştî hebû. Êrîşkarî, çanda tinekirinê tinebû. Ji xwe li Medîneyê Pêxemberê me bang li hemû Xeyrî Musluman kir û hewl da konsesusekê çêbike. Ji bo oparastina her kesên li Medîneyê dijîn, qada jiyanê hat afirandin. Ev yek jî nîşaneya jiyana civakî ya ruhê Îslamê ye. Êrîşa li hemberî mabetên olî, kuştina zarokan, nenaskirina pîvanan tê wateya nezatî, zordarî û bêparmayîna ji hemû nirxên manewî ye. Ti pêwendiya vê bi Îslamê re nîne."