Li Dûîsbûrgê çalakiya protestoyî, li Amsterdamê greva birçîbûnê

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Li bajarê Hollanda Amsterdamê jî, bi heman armancê greva birçîbûnê tê kirin.

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Li bajarê Hollanda Amsterdamê jî, bi heman armancê greva birçîbûnê tê kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, înfazkirina 12 ciwanan li Wanê, hat şermezarkirin. Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Dûrîsbûrgê meş û mîtîngek hat lidarxistin. GirseyaGel a li Kolana Konîgê li hev civiya, di destpêkê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê çalakger bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemînin", "Li Wanê komkujî heye", "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" dest bi meşê kirin.

Piştre mîtîng hat lidarxistin û li ser navê NAV-DEM'ê Niyazî Oztaş li vir peyivî. Oztaş da xuyakirin, ku divê dewleta Tirk dawî li êrîş û polîtîkaya xwe ya şer a li hemberî Kurdistanê bîne.

Di çalakiyê de li ser navê AGÎF, Partiya Çep a Elman axaftin hat kirin. Qisekeran komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de Însiyatîfa Gel a Kurecîkê ya Ewropayê, AGÎF, ATÎF jî amade bûn.

AMSTERDAM

Li bajarê Hollanda Amsterdamê jî, bi armanca şermezarkirina komkujiyên ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê tên kirin, şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest bi greva birçîbûnê krin. Greva birçîbûnê wê kom bi kom bi awayekî dorveger, lê bê dawî were meşandin. Çalakgeran bang li raya giştî ya Kurdistan û Hollandayê kirin ku zextê li AKP û dewleta Tirk bikin û ji bo mafên mirovan tavilê bikevin nava tevgerê. Hat xwestin, ku ji bo naskirina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin, mekanîzmayên biryarê yên navneteweyî bikevin nava tevgerê.

...