Karayilan: Tol wê were hilanîn

Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li dijî tevger û gelê Kurd dest bi konsepteke nû kiriye û got, "Armanca vê konseptê teslîmgirtin, têkbirin e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, di bernameyeke Stêrk TV de êrîşên dewletê û berxwedana li Kurdistanê nirxand. Karayilan destnîşan kir, ku tola sivîlên hatine qetilkirin wê bê hilanîn.

Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li dijî tevger û gelê Kurd dest bi konsepteke nû kiriye û got, "Armanca vê konseptê teslîmgirtin, têkbirin e."

Karayilan da zanîn ku xendek û bend weke bahaneyekê tên bilêvkirin û got, "Xuya ye mîna berê, planên wan ên veşartî yên li hemberî gelê Kurd hene." Karayilan di vê çarçoveyê de qanûnên Plana Şark Îslahat, Îslehkirina Dêrsimê, qanûn îskanê ya mecbûrî bibîr xist.

Karayilan qala 'plana anîna ser çokan' a AKP'ê kir û got, "Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Dewleta Tirk ditirse ku Kurd di nava vê dîzaynê de cih bigire."

Karaylian bal kişand ser îşkenceya tecrîdê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Li ser Rêberê me îşkenceya tecrîdê heye. Divê gelê me bi vê bizanibe; Rêberê me li ber xwe dide. Daxwazên mêtîngeriya Tirk qebûl nake. Lewma îşkenceya psîkolojîk û zext lê tê kirin. Di vê çarçoveyê de du heval hatin sirgûnkirin."

TOLA SIVÎLAN WÊ WERE HILANÎN

Karayilan sivîlên li Kurdistanê hatin qetilkirin, ku jin û zarok jî di nav de hene, bibîr xist û ev xal destnîşan kir: "Divê her kes zanibe, ku xwîna wan wê li erdê nemîne. Wê tola wan bê hilanîn. Xwîna zarokên me, jinên me, ciwanên me wê li erdê nemînin. Bila her kes bi vê bizanibe. Tola wan wê were hilanîn. Gelê Kurd wê vê xwînê li erdê nehêle."

Karayilan da xuyakirin, ku Kurd ne Kurdên berê ne, êdî xwedî vîn e û got, "Êdî ti kes wê nikaribe Kurdan bieciqîne û nikaribe teslîm bigire."

Karayilan destnîşan kir, ku demên Kurd tê de dihatin xapandin êdî derbas bûne û wiha dewam kir: "Bila rêveberên Tirkiyeyê vê yekê baş zanibin: Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Belê Kurd dixwazin bi Tirkiyeyê re bijî, lê belê ne mîna kole. Dixwaze bi awayekî azad bijî. Xweseriya demokratîk projeya vê ye. Eger wê qebûl bikin divê bi vî rengî qebûl bikin, eger nekin, Kurd jî wê qebûl nekin. Niha pirsa 'wê çawa çêbibe' dipirsin. Operasyonan bisekinînin, ku aramî pêk were."

NE LI 3 BAJARAN LI 30 BAJARAN XWESERIYA DEMOKRATÎK HAT ÎLANKIRIN

Karayilan diyar kir ku têkoşîna xweseriya demokratîk bi tenê bi 3 bajaran bisînorkirî nîne û anî ziman ku xweseriya demokratîk li 30 bajaran hatine îlankirin.

Karayilan got, "Lê belê li zêdeyî 10 bajaran, yekser xweparastin tê kirin."

Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirk dixwaze armancê biçûk bike û bi têkbirina Amed û Botanê re bi temamî hilweşîne.

Karayilan bal kişand ser înfazên li Wanê û da zanîn, ku di vê mijarê de hînê ti agahiyek rêxistinî ji wan re nehatiye ragiahndin.

Karayilan got, "Ya rast, di rewşa heyî de em nizanin ew kî ne. Lê bi qasî ku di çapemeniyê de hat weşandin û li gorî vegotinên şahidan, şerek neqewimiye. Senaryoyeke. Em dizanin ku şer çawa tê kirin. Nepêkane ku li avahiyeke ji du qatan, 12 kes di nava nîv saetê de bên tesfiyekirin."

EWQAS ÊRÎŞ NÎŞANEYA TIRSÊ YE, EW Ê TÊK BIÇIN!

Karayilan ragihand ku Kurd êdî xwedî hêz in û got, "Bila gelê me û dostên me vê baş bizanibin. Ev êrîşkarî û qelêştiya AKP û dewleta Tirk, ne ji ber xurtbûna wan e. Nîşaneya tirsa wan e. Ji civaka Kurd ditirsin. Ji gel ditirsin. Ji pêşketina li Rojhilata Navîn ditirsin. Lewma ji tirsa vê hovîtiyê dikin. Lê ev bêçaretî ye. Wê têk biçin, wê mehkûm bibin."

Karayilan diyar kir ku ew di pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî re derbas dibin û got, "Eger em di pêvajoyê de bi ser bikevin, li pêşiya me azadî heye. Girîng e her kes bi berpirsyarî rabe, kêmasiyên xwe bibîne û çareser bike. Êdî ne tenê em, divê civak bi temamî,her kes berpirsyariyên xwe û wezîfeyên xwe bi cih bînin."

JI KURDÊN LI METROPOLAN RE: DEM NE DEMA GOTINÊ YE, DEMA ÇALAKIYAN E

Karayilan anî ziman ku li her derê çalakî hene, ti kes temaşe nake û got, "Lê ev têrê nake. Ji ber ku em di demeke nû de ne. Her roj sivîl tên kuştin. Divê her kes hîn bêhtir giraniyê bidin ser wezîfeyê."

Karayilan bi taybetî bang li Kurdên li Stenbol û Îzmîrê dijîn kir û anî ziman ku helwesta heyî cesaret û destekê dide AKP'ê.

Karayilan wiha axivî: "Divê Kurdên li wê derê bizanibin, ku ev dem demeke nû ye. Belasebep topan neavêjin Amed, Cizîr û Silopiyayê. Eger sibe ev dever têk biçin, wê we jî li wir biqedînin. Divê Kurdên li metropolan xwedî li wezîfeyên xwe derkevin. Bila welê nebêjin 'em şoreşger' in. Êdî dem ne dema gotinê ye, dem dema çalakiyê ye. Ji ber vê yekê, aliyê ku herî zêde were rexnekirin, Kurdên li metropolan e."

ÇAWA KU NIKARÎBÛN GERÎLA BIQEDÎNIN, WÊ NIKARIBIN YPS'Ê BIQEDÎNIN

Karayilan ev bersiv da daxuyaniya 'em ê biqedînin' a rayedarên dewleta Tirk:

"Çawa ku we li çiyê nikarîbûn gerîla biqedînin, hûnê li bajaran jî nikaribin YPS'ê biqedînin. Eger hûn li bajarekî encamê bi dest bixin, wê 10 bajarên din derkevin holê. Hêzên xweparastinê yên Kurd wê êdî li bajaran jî li gundan jî hebin. Ti kes wê nikaribe vê ji holê rake."

BILA GELÊ ME ZANIBE KU WÊ BIHAR BÊ, DEWLET WÊ DARBEYÊ BIXWE

Karayilan da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû hêza xwe re heta biharê encamê werbigire û got, "Dizanin ku dema bibe bihar ew ê darbeyê bixwin. Bila gelê me vê bizanibe; dema bû bihar wê dewlet darbeyê bixwe. Ew jî bi vê dizanin. Lê divê gelê me li ber xwe bide."

Karayilan xwest, tax, kolan û bajar neyên terikandin.