Li dijî terora AKP'ê li Amsterdamê greva birçîbûnê destpê kir

Li dijî komkujiyên ku AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li Amsterdamê greva birçîbûnê destpê kir.

Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyî yên li paytexta Hollanda Amsterdamê dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê îro li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd destpê kir û wê kom bi kom bi awayekî dorveger bêdawî, dewam bike.

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Çalakgerên greva birçîbûnê bang li raya giştî kirin ku ji bo dawîanîna li komkujiyan zextê li AKP'ê bikin. Çalakgeran, ji bo naskirina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin xwestin, ku mekanîzmayên biryarê yên navneteweyî bikevin nava tevgerê."

...