Boykota li Başûrê Kurdistanê li her derê belav dibe
Li başûrê Kurdistanê, çalakiya boykotê ya xebatkarên dadgehê û parêzeran, ku 4 meh in nikarin heqdestê xwe werbigirin, li hemû bajar û navçeyan belav dibe.
Li başûrê Kurdistanê, çalakiya boykotê ya xebatkarên dadgehê û parêzeran, ku 4 meh in nikarin heqdestê xwe werbigirin, li hemû bajar û navçeyan belav dibe.
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber krîza aborî û siyasî karmend bi mehan e nikarin maeşên xwe werbigirin. Ji ber vê yekê, xebatkarên dadgehê û parêzeran biryar dan ku dest bi boykotê bikin. Çalakiyên boykotê yên ku di 8'ê Çileyê de li navçeya Kelarê ya herêma Germiyanê destpê kirin, li Silêmaniye, navçeyên Kîfrî û Rizgarî yên Germiyanê belav bûn.
Piştî Silêmaniye, Kîfrî û Rizgarî, îro jî li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê, xebatkarên dadgehê û parêzeran ragihandin ku wan dest bi çalakiya boykotê kirine.
Xebatkarê dadgeha Çemçemalê hiqûqnas Hêmîn Osman di vê der barê de daxuyaniyek da û anî ziman ku ji ber nikarin heqdestê xwe werbigirin wan karê xwe dane sekinandin. Osman got, "Heta ku hikûmet daxwaza xebatkaran bi cih bîne, heta ku maeşên wan bide, em ê çalakiya xwe bidomînin."
Par di meha Cotmehê de, ji ber nedayîna maeşê 4 mehan, bi pêşengiya mamosteyan li Silêmaniye, Helepçe û Germiyanê bi qasî 25 rojan dest ji kar hatibû berdan. Tevî ku piştî 25 rojan daxwazên wan bi cih nehatin anîn jî, ji bo karê gel nexitime, dawî li çalakiya xwe anîbûn.