Cenazeyên 5 ciwanên din jî hat girtin

Ji cenazeyên 12 ciwanên ku li Wanê hatin înfazkirin 5 cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat girtin, şandin bajarê wan.

 Ji cenazeyên 12 ciwanên ku li Wanê hatin înfazkirin 5 cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat girtin, şandin bajarê wan.

Ji cenazeyên 12 ciwanê ku li navçeya Ertemêtan a Wanê hatin înfazkirin, 5 cenaze piştî karûbarê otopsiyê ya li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê bi dawî bû ji bo definkirinê şandin bajarê wan. Malbatên danê sibehê hatin Meletiyê, serî li ATK’yê dan, nimûneyên xwînê dan. Di encama lihevhatina xwînê ya malbatan, 5 cenaze ji morgê hatin girtin û ber bi bajarên wan ve hatin rêkirin.

Hat ragihandin ku cenazeyê Fazil Kûş û Mehmet Sidik Orhan wê li navçeya Elbak a Wanê, Umît Urgen û Denîz Aşkan li navenda Wanê û Neîm Tekîn jî li Colemêrgê ber bi rêwîtiya dawî ve bê oxirkirin.

Malbatên ku cenaze girtin diyar kirin ku tenê guleyek li eniya wan xistine. Hat destnîşankirin ku gûmanên piştî ciwan hatine girtin û hatine înfazkirin hê zêdetir bûye.

Li aliyê din 3 cenazeyên ku nasnameya wan diyar nebûne, tê payîn ku yek ji wan Serkan Yildiz be, li ser vê yekê malbata Yildiz hat Meletiyê û kurê xwe teşhîs kir. Piştî karûbarê otopsî û diyarkirina nasnameya Yildiz, ji ber sedema îmzaya doxtor kêm e, cenaze nedan malbatê. Ji bo cenazeyê ku nedan malbatê parlementerên HDP’ê yên Wanê Adem Geverî û Bedîa Ozgokçe bi dozger re hevdîtinek pêk anîn. Rawestana malbata Yildiz a ji bo girtina cenaze, li pêşiya avahiya ATK didome.

Hat diyarkirin ku yek ji 2 cenazeyên nasnameyên wan hê diyar nebûne îhtîmal heye yê Umît Gurbuz be. Li ser torên civakî parvekirina wêneyên ciwanên hatin qetilkirin, malbata Gurbuz agahdar bûye, ji bo teşhîskirina cenaze ji navçeya Erdîş a Wanê ketin rê.