Li dijî terora dewleta Tirk wê li Elmanyayê çalakî bên lidarxistin

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, wê li gelek bajaran çalakiyan lidar bixin.

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, wê li gelek bajaran çalakiyan lidar bixin.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku berxwedana li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û xwedîderketina li xwerêveberiyan, wezîfeya dîrokî ya her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' e.

NAV-DEM'ê ragihand ku dewleta faşîst a AKP'ê gav bi gav dixwaze dîktatoriyê mayînde bike û got, "Berxwedana xwerêveberiyan ne tenê ji bo azadiya Kurdistanê ye, di heman demê de li dijî dîlgirtina civaka Tirkiyeyê, berxwedana xurtkirina demokrasiyê ye.

Dewleta Tirk, tevî ku hemû polîs, artêş, cerdevan û tîmên xwe yên taybet bi kar tîne encamê bi dest naxe û niha bi rêbazên berê hewl dide çapemenî, rewşenbîr û aştîxwazan bêdeng bike, her kesî bike şirîkê sûcê şer ê qirêj. Nikare xwe li dengekî cuda, li rexneyekê rabigire. Ji ber ku dewleta Tirk li pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û berxwedana gelê Kurd winda dike."

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd, hemû demokrat, şoreşger û sosyalîstan hat kirin, ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, beşdarî çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyan bibin."

Li gorî daxuyaniya NAV-DEM'ê bernameya li ser cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:

FREÎBÛRG
12-16'ê Çileyê, çalakiya konvedanê
13.01.2016 - Kartoffelplatz
14.01.2016 - Kaiser Joseph Str. (Kêleka Karlstadt)
15.01.2016 - Kaiser Joseph Str. (Kêleka Karlstadt)
16.01.2016 Kaiser Joseph Str./Schiff Str.
16.01.2016 Xeleka ji mirovan, li Rathausplatz'ê saet di navbera 15.00-17.30 de.
13'ê Çileyê, roja Çarşemê: ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk wê çelenga reş deynin pêşiya Konsolosxaneya Tirk.

NURNBER
13-14-15'ê Çileyê, saet di navbera 14-18, çalakiya vedana kon ji bo 3 rojan

STÛTTGART
13-22'ê Çileyê, çalakiya vedana kon saet di navbera 14.00-20.00
Cih: Schossplatz

14'ê Çileyê, Pêncşem

HÎLDESHEÎM
Cih: Pêşiya HBF
Saet: 16.00

ÛLM
Saet di 18:00 de li navenda bajêr çalakî

15'ê Çileyê, În

MANNHEÎM
Li Wassertûrmê saet di 17:30 de çalakî

16'ê Çileyê, Şemî
Li AABF, ji bo destekkirina greva birçîbûnê ya saziyên Elewiyan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, gerva birçîbûnê wê bê destpêkirin

DORTMÛND
Bi beşdariya Kurdistaniyên ji Dusseldorf, Wûppertal, Bochûm, Gelsenkîrchen, Meshede, Emmerîch, Dûîsbûrg, Essen, Dortmûnd, Hagen, Munster, Bîelefelê, çalakî bê lidarxistin. Çalakî wê saet di 13:00 de li pişt HBF destpê bike.

KOLN
Bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên Koln, Bonn, Troîsdorf, Duren, Aachen, Leverkûsenê sea di 15:00 de li Ebertplatzê çalakî wê destpê bike.

BREMEN
Li pêşniya HBF, saet di 13:30 de wê çalakî bê lidarxistin

KÎEL
Li Vînetaplatz-Gaardenê saet di 14:00 de wê çalakî bê lidarxistin.

WÎESBADEN
Li pêş HBF, saet di 15:00 de çalakî

HEÎLBRONN
Saet di 14:30 de li ber HBF çalakî

MUNCHEN
15'ê Çileyê roja Înê saet di 11:0 de li Wîndermarktê greva birçîbûnê, roja Şemiyê saet di 17:00 de meş û mîtîng

NURNBERG
Li Platz der Ofer des Fasizmus'ê saet di 12.00 de çalakî

BODENSEE
Li Wîrerîkshafen Zentrûmê saet di 16:00 de çalakî.