Li Silopiyayê 8 kes bi awayek korsan hat defnkirin

8 kesên ku li Silopiyayê di dîrokên cuda de ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin bêyî malbatan agahdar bikin, rayedarên dewletê bi awayekî korsan defn kirin.

8 kesên ku li Silopiyayê di dîrokên cuda de ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin bêyî malbatan agahdar bikin, rayedarên dewletê bi awayekî korsan defn kirin.

Seyfettîn Sîdar, Îbrahîm Bîlgîç, Yûsûf Yagci, Îsmaîl Yevşan, Necatî Oden, Ayşe Bûrûntekîn û Aydin û Mehmet Mete yên ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di êrîşên îmhaya topyekun a bi destê dewleta AKP’ê tên meşandin de hatin qetilkirin û ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê revandibûn depoya hewaya sar a Deriyê Sînorê Xabûrê ji aliyê Qeymeqamtiya Silopiyayê bêyî malbatan agahdar bikin û bêyî destûra wan bigirin li Goristana Şehîdlîk a li Taxa Yenîşehîrê bi awayekî korsan spartin axê. Birayê Seyfettîn Sîdar Yûsûf Sîdar destnîşan kir ku ev nêzîkatiya dewletê ya li hember cenazeyan bêtehamuliya li hember gelê Kurd û nîşaneya dijminantiyê ye.

Sîdar ragihand ku rayedarên dewletê piştî birayê wî defn kirine agahî danê, wiha domand: “Li ti deverê cîhanê zilm û êşkenceyek wiha nehatiye dîtin. Ji nêzîkatiya li hember cenazeyan didin xuyakirin ku bê ka zîhniyeteke çawa ne. Gelê Kurd wê van pêkanînana ji bîr neke. Yên vê ji bo me rewa dibînin wê hesabê wê îro sibehê teqez bidin.”

Hevserê Ayşe Bûrûntekîn Abdûllah Bûrûntekîn jî got ji bo cenazeyan agahî dane wan, lê bêyî bigihêjin cenazeyan bi 6 kesan re bêyî li benda malbatan bimînin defn kirine. Bûrûntekîn wiha got: “Ev êşkenceya li ser cenazeyên me tê kirin, li ser me gelê Kurd rewa tê dîtin. Her kes li hember van zilm, qetlîamana kor, lal û ker e.”