Dewlet hewl dide cezaneyên 3 kesan bi dizî li Cizîrê veşêre

Yek jê pitik cenazeyên sê kesên li Cizîrê di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, hewl tê dayîn bêyî destûra malbatan bi dizî ji aliyê polîsan ve werin veşartin.

Li Cizîra Botan terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li dijî van êrîşan, di roja 31. de ye. Cenazeyên Îbrahîm Akhan, pitika di zikê dayika xwe Guler Yamalak de û Zeynep Yilmaz ên di demên cuda de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, tên amadekirin ku ji aliyê polîsên Tirk ve bi dizî bên veşartin. 

Polîsên Tirk li malbatan geriyan û ji wan re gotin ku di dema veşartinê de bi tenê 2 kes ji malbatê dikarin amade bin. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û diyar kirin, ku ew ê di dema vê veşartina bi dizî de, ne amade bin.

Bavê Îbrahîm Akhan Abdullah Akhan diyar kir ku polîsên Tirk li wan geriyane û gotine ku bi tenê 2 kes ji malbatê dikarin tevlî karê veşartina cenaze bibin û destnîşan kir, ku ev yek nayê qebûlkirin. Akhan ragihand, ku heta qedexe ranebin ew nikarin cenazeyan bi layiqî veşêrin û got, "Ji ber ku qedexe ranebûye, me nekarî cenazeyên xwe veşêrin. Heta ku malbata me ne li wir be, em ê cenaze ti carî veneşêrin. Lewma di dema vê veşartina bi korsanî de em ê ne amade bin. Dema qedexe rabû, eger me karîbû cenazeyê xwe ji wir rakin, em ê bi layiqî veşêrin."

Xizmê Zeynep Yilmaz Yûsûf Yilmaz jî nerazîbûn nîşanî definkirina korsan da û diyar kir ku ew ê lê nebin.