Li hemberî Sûrê êrîşên bi tank û topan dewam dikin

Di roja 43. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, êrîşên dewletê yên li hemberî gelê navçeya Amed Sûrê dewam dikin.

Di roja 43. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, êrîşên dewletê yên li hemberî gelê navçeya Amed Sûrê dewam dikin.

Ji duh bi şev û vir ve, bi tank, top û bombeavêjan êrîşên dijwar tên kirin. Ji ber van êrîşan gelek mal xera bûn. Zarokên ji ber dorpêçiyê nikarin ji malên xwe derkevin, bi şev xew bi çavê wan nakeve. Şêniyên navçeyê tevî hemû êrîşên hovane yên dewleta Tirk jî bi biryar e, ku cih û warên xwe neterikînin.