KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûrê êrîş û berxwedan didomin: 3 kes birîndar bûn
Di roja 45. a berxwedana Sûrê de, ji ber êrîşên danê nîvro dijwar bûn 3 kes birîndar bûn. -
Konferansa destpêkê ya Tevgera Azadî destpê kir
1. Konferansa Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê destpê kir. -
'Di Îslamiyetê de xweparastina li dijî êrîşan ferz e'
Alimê Îslamê yê Başûrê Kurdistanê Mûhammed got, "Di Îslamiyetê de xweparastina li dijî êrîşên li hemberî xwe û civaka xwe, ferz e." Mûhammed banga yekîtiyê li gelê Kurd kir. -
Girtiyên li Girtîgeha Sêrtê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tên ragirtin, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. -
Hêzên dewleta Tirk li Sûrê ciwanek bi giranî birîndar kirin
Li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê, ji ber guleyên hêzên dewleta Tirk ciwanê bi navê Kadîr Tozan bi giranî birîndar bû. -
Li Cizîrê şerekî dijwar diqewime
Di roja 33. a berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd de, li Cizîrê şerekî dijwar diqewime. Hêzên YPS'ê bersivê didin êrîşên hêzên dewleta Tirk. -
Polîsên Tirk li Sêrtê avêtin ser malekê: 2 kes hatin qetilkirin
Polîsên dewleta Tirk duh bi şev li Sêrtê avêtin ser malekê û 2 kes qetil kirin. -
Bavê Galîp jî ji aliyê dewletê ve hatibû qetilkirin
Xizmên Veysî Elçî û Galîp Mubarîs ên hatin qetilkirin diyar kirin, ku mîna salên 90'î dewlet Kurdan qetil dike û navê 'terorîst' li wan dike. Xalê Mubarîs Hizir Oktem da xuyakirin, ku bavê Galîp jî yek ji qurbanên'kuştinên kiryar nediyar' e. -
Ji zarokên birîndar Buşra ya 10 salî jî jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê, ji 3 zarokên ji ber topa li mala lê bûn ket birîndar bûn, Buşra Akalin jî jiyana xwe ji dest da. -
'Divê medya Kurd bi helwesteke neteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk derkeve'
Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku medya Kurd komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, bi têrkerî nîşanî raya giştî nedane. -
'Weke kesekî 30 salan miftîtî kiriye, ez Îslamiyeta xwînê dirijîne red dikim'
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş da xuyakirin, ku Îslamiyeta dewletên ku dewama desthliatdariya Qesrê ya Yezîd in, di oxira desthilatdariya xwe de gelek zerar daye gelan. -
'Pariyekî em bi gelê xwe re parve dikin, ji pereyê dewletê hêjatir e'
Cizîriyên ji bo vegerê li benda roja rabûna dorpêçiyê ne gotin, "Pariyekî em bi gelê xwe re parve dikin, ji bo me gelekî hêja ye." -
Komkujiyên AKP û bêdengiya YE li Stockholmê hatin protestokirin
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê, çalakî dewam dikin. -
Li gelek navendên cîhanê, dewleta Tirk hat protestokirin
Bi armanca destekkirina berxwedana rêveberiyên li Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Ewropa û li Ermenîstanê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. -
Malbata Çuruk: Bila bes zilm li cenazeyan bê kirin
Malbata şervana YPJ'ê Melîha Çuruk a li bajarê Elmanya Velbertê dijî bang li her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im', 'ez însan im' kir, ku li hemberî nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê yên li hemberî cenazeyan, helwestê nîşan bidin. -
Ok: Şerê AKP li Kurdistanê dimeşîne bê exlaq e, bê pîvan e û kirêt e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got, "Erdogan û AKP polîtîkayeke mezin a dijminatiya li Kurdan dimeşînin. Şerê li Kurdistanê dimeşînin şerekî bê exlaq, bê pîvan û kirêt e. Pêkane ku di binê vê de bimînin." -
Terora dewleta Tirk 2 kesên din jî qetil kir
Di dorpêç û terora dewleta Tirk a li Silopiyayê ya di roja 32. de jina bi navê Nariç Kizil a qirîza dil derbas kir û ji ber ne mudaxeleya demildest jiyana xwe ji dest da, li Cizîrê jî, jina bi navê Leyla Elsûyû jiyana xwe ji dest da. -
DMME têkîldarî cenazeyên Sevîktek û Oran biryara navgînî da
DMME têkîldarî radestkirina cenazeyên Mesût Sevîktek û Îsa Oran radestî malbatên wan kirinê, ji serlêdana endamê MHD’ê Parêzer Yûnûs Mûratakan a bi daxwaza tedbîrê hat kirin, dadgehê biryara navgîn da. -
YPG: Li Şewarxa 4 çete hatin kuştin
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku li gundê Şewarxa yê Efrînê 4 çete hatine kuştin. -
Çalakiya rûniştinê yên li pêşiya saziyên YE’ê berdewam dikin
Çalakiya rûniştinê yên li pêşiya saziyên Yekîtiya Ewropa ya ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û protestokirina bêdengbûna Ewropa di roja duyemîn de didome. -
Li Geliyê Dostkî aşût ket, xwendekar asê man
Li Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê 19 xwendekar û ajokarê serwîsê di nav 2 aşûtên li pey hev ketin de asê man. -
Programa Gagan a Şaredariya Dersimê lidarxist bi dawî bû
Aktivîteya Gagan a ji aliyê Şaredariya Dersimê ve hat lidarxistin, bi gotinên Elewî û semahan bi dawî bû. -
Li Ispartayê AKP’yî xwedekarên Kurd tehdît dikin
Li Ispartayê xwendakarên zanîngeha demokratîk û Kurdên lê dijîn, ji aliyê komek AKP’yî ve hatin tehdîtkirin. -
Derbarê Akademîsyenan de lêpirsîn hat destpêkirin
Akademîsyenên bi daxwaza qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi dawî bibe, belavoka bi îmzaya 1128 akademîsyenan piştî ku Erdogan kirin hedef, derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. -
Li Şirnexê şer
Polîsên ku Taxa Yenîmahalle ya Şirnexê bi wesayîtên zirxî ve dorpêç kirine dest bi gulebaranê kirin. Li ser gulebarana polîsan YPS’yî bûn bersiv, şer dewam dike.