Li Geliyê Dostkî aşût ket, xwendekar asê man

Li Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê 19 xwendekar û ajokarê serwîsê di nav 2 aşûtên li pey hev ketin de asê man.

Li Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê 19 xwendekar û ajokarê serwîsê di nav 2 aşûtên li pey hev ketin de asê man.

Li herêma Geliyê Dostkî ya girêdayî Geverê li herêma Serengêlê ji ber hewaya germ bû danê êvarî aşût ket. 19 xwendekar û ajokarê serwîsê yên ji Dibistana Seretayî ya Sinava ya li gundê Sinava vedigeriya gundê xwe Şitazinê ji karesata aşûtê bi zorê rizgar bûn, hate diyarkirin ku piştî ev bûyera aşûtê, serwîsa xwendekaran vegeriyaye gundê Sinava û vê carê jî bûyerek din a aşûtê pêk hatiye.