Hêzên dewleta Tirk li Sûrê ciwanek bi giranî birîndar kirin
Li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê, ji ber guleyên hêzên dewleta Tirk ciwanê bi navê Kadîr Tozan bi giranî birîndar bû.
Li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê, ji ber guleyên hêzên dewleta Tirk ciwanê bi navê Kadîr Tozan bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Amed Sûrê, dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk di roja 45. de ne. Berxwedana gel a li hemberî êrîş û dorpêçiyê didome.
Li navçeya Sûrê li 6 taxan qedeye heye û tevî ku li taxa Îskenderpaşayê qedexe tine ye hêzên dewletê ciwanê bi navê Kadîr Tozan bi giranî birîndar kirin.
Li heman taxê beriya demeke jî dayika 3 zarokan Melek Alpaydin li mala xwe hatibû qetilkirin. Tozan ê ku li kolana Kuçukakarê hate birîndarkirin hate hinbûn ku polîsan ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku polîs nahêlin kes nêzîkî Tozan ê birîndar bibin û wekî ku revandine. Hate hinbûn ku Tozan ê ku rewşa wî giran e li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneyê tê ragirtin.