Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) têkîldarî radestkirina cenazeyên Mesût Sevîktek û Îsa Oran ên 10’ê Çileyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûr a Amedê hatin qetilkirin, radestî malbatên wan kirinê, ji serlêdana endamê Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) Parêzer Yûnûs Mûratakan a bi daxwaza tedbîrê hat kirin, dadgehê biryara navgîn da.
MHD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku biryara DMMF ne li gor nûnertiya edaleta civakî û pîvanên hiqûqa mirovî ye.
MHD’ê da xuyakirin ku di biryarê de daxwaza tedbîrê hatiye redkirin, têkîldarî esasê jî diyarkirine ku dikarin di dîrokek pêş de biryarê bidin.
Her wiha MHD’ê ragihand ku wê di demên pêş de daxuyaniyek berfirehtir bikin.