Konferansa destpêkê ya Tevgera Azadî destpê kir

1. Konferansa Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê destpê kir.

Tevgera Azadî bi dirûşma "Bi ruhê têkoşîna neteweyî re ber bi civaka azad ve" îro li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê konferansa xwe ya yekemîn lidar dixe.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê komîteya amadekar Rahman Resûl mafê axaftinê wergirt. Resûl diyar kir ku bi vê konferansê re ew dixwazin balê bikişînin ser krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê hînê dewam dike û got, "Weke Tevgera Azadî, ji bo çareseriya vê krîzê me pêwîstî dît ku bi gelê xwe yê li Silêmaniyeyê re bicivin. Bi vê armancê me ev konferans lidar xistin."

Piştî axaftina resûl, peyama Tevgera Azadî ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir ve hat xwendin. Şakir got, "Ji bo guhertina zîhniyeta heyî ya desthilatdariyê, me wezîfe danîn pêşiya xwe. Di bngeha van wezîfeyan de avakirina xwerêveberiyên demokratîk hene. Îlana xwerêveberiyan a îro li Bakurê Kurdistanê û damezrandina YPS'ê, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê êdî derxistiye asteke nû."

Konferans bi nîqaş û pêşniyarên çareseriyê yên li ser rewşa li Kurdistan û herêmê dewam dike.