'Pariyekî em bi gelê xwe re parve dikin, ji pereyê dewletê hêjatir e'

Cizîriyên ji bo vegerê li benda roja rabûna dorpêçiyê ne gotin, "Pariyekî em bi gelê xwe re parve dikin, ji bo me gelekî hêja ye."

Hezexiyan deriyên xwe li Cizîriyên ji ber êrîşên hêzên dewletê malên wan xera bûn û bi zora polîsan ji malên xwe hatin derxistin, vekirin. Cizîriyên ku piştevaniya gel pêdiviyên xwe tedarik dikin, pereyê Qeymeqamtiya Hezexê' yê di bin navê 'alîkariya ji bo mexdûrên terorê' red kirin. Cizîriyên ji bo vegerê li benda roja rabûna dorpêçiyê ne gotin, "Pariyekî em bi gelê xwe re parve dikin, ji bo me gelekî hêja ye."

Rahîme Ok a ku deriyê mala xwe li malbatên Cizîrî vekir anî ziman, ku piştgiriya ji bo Cizîriyên ji ber êrîş û zora dewletê ji neçarî kom kirine, ji bo wan berpirsyariyek e. Ok got, "Eger pariyekî nanê me bimîne em ê wî parî parve bikin û tevî her tiştî jî em ê jiyana xwe bi hev re bidomînin."

Qeymeqamiya Hezex xwest, di bin  navê 'alîkariya ji bo mexdûrên terorê' pere bide Cizîriyên ji ber şîdeta dewletê hatine sirgûnkirin. Lê belê Cizîriyan bersiva 'em ji ber terora dewletê mexdûr in' dan û ev pereyê qeymeqamtiyê red kirin. Ji Cizîriyên koçî Hezexê kirine Hulya Îdîm der barê vê rewşê de got, "Dixwazin kirêtiya xwe, bi dayîna pereyan bixin stûyê PKK'ê. Ez me hewcedarê pereyê wan im. Pariyekî nane me ji 500 TL yên dewletê hêjatir e."

Welatiyekî din ê deriyê mala xwe li malbatên Cizîrî vekiriye Abdurahman Dalmiş e. Dalmiş da xuyakirin, ku bi saya piştevaniya gelê Kurd wê êrîş werin şikandin û got, "Eger em birçî bin, em ê bi hev re birçî bin, em têr bin em ê bi hev re têk bin. Eger em çavên xwe li koçberkirina welatiyên me ber bi bajarên rojava bigirin, hingî em ê bikevin rewşeke şermê. Heta dawiyê em ê xwedî li hev derkevin."

'GAZ BERDAN Û EM BI ZORÊ JI MALÊN ME DERXISTIN'

Leyle Garan (45) a ku mala wê ji aliyê polîsan ve bi zorê hat valakirin û piştre ji neçarî hat Hezexê û da zanîn ku piştî mala wan a li taxa Cûdî ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin, ew bi zorê ji malê hatine derxistin. Garan diyar kir ku tevî hemû zextên polîsan jî wan nexwestine ji malê derkevin û li ber xwe dane. Garan got, "Dema me li ber xwe dan ji bo li mala xwe bimînin, gazek li hemberî me bi kar anîn. Em ji ser hişê xwe çûn û bi vî rengî em ji malê derxistin. Ez dizanim ku ew gaza li hemberî me bi kar anîn ne gaza îsotê bû."

'BI SIRGÛNKIRINÊ RE NIKARIN BI ME'

Garan bibîr xist ku hêzên dewletê nahêlin cenazeyên wan jî bikevin hembêza axê û got, "Zorê li me dikin ku em xaka xwe biterikînin. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Erdogan û AKP bi qetilkirina me, bi sirgûnkirina me re nikarin bi me."