Bavê Galîp jî ji aliyê dewletê ve hatibû qetilkirin

Xizmên Veysî Elçî û Galîp Mubarîs ên hatin qetilkirin diyar kirin, ku mîna salên 90'î dewlet Kurdan qetil dike û navê 'terorîst' li wan dike. Xalê Mubarîs Hizir Oktem da xuyakirin, ku bavê Galîp jî yek ji qurbanên'kuştinên kiryar nediyar' e.

Xizmên Veysî Elçî û Galîp Mubarîs ên hatin qetilkirin diyar kirin, ku mîna salên 90'î dewlet Kurdan qetil dike û navê 'terorîst' li wan dike. Xalê Mubarîs Hizir Oktem da xuyakirin, ku bavê Galîp jî yek ji qurbanên'kuştinên kiryar nediyar' e.

Li Şirnex Cizîrê êrîşên hêzên dewletê yên li dijî gel dewam dikin. Di 33 rojên di bin dorpêçê de heta niha 58 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Li Cizîrê ji welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin Veysî Elçî û Galîp Mubarîs e. Xizmên Elçî û Mubarîs diyar kirin ku xizmên wan jî wekî di salên 90'an de "terorîst" hatine nîşandan û nerazîbûnê nîşanî vê didin. Selman Elçî anî ziman ku Veysî Elçî li taxa Şahê ya Cizîrê ku xendek tinebû li mala xwe hatiye qetilkirin û dewam kir: "Veysî li mala xwe hate qetilkirin. Li salona mala xwe gule lê dikeve. Gel bi derfetên xwe ve anî. Me bi ambulansa şaredariyê ew bir nexweşxaneyê. Di rê de jiyana xwe ji dest da. Li taxa Şahê ya mala Veysî li wir e xendek an jî barîqat tinebûn."

DIKUJIN Û DIBÊJIN 'TERORÎST' E

Elçî anî ziman ku dewlet li ber çavên cîhanê jin û zarokan qetil dike û cîhan li hemberî vê yekê bêdeng dimîne. Elçî ev tişt anî ziman: "2 zarokên Veysî hebûn. Hevsera wî jî ducanî ye. Ajakor bû bi vî rengî debara malbata xwe dikir. Li ber çavên cîhanê mirovên me tên qetilkirin. Hemû cîhan bi vê dizane. Êrîşeke qirêj heye. Sivîl tên qetilkirin û dibêjin terorîst e. Divê ev zilm bi dawî bibe."

DEWLETÊ 2 NIFŞ QETIL KIR

Xalê Galîp Mubarîs Hizir Oktem jî diyar kir ku xwarziyê wî li ber deriyê malê hatiye kuştin. Oktem bilêv kir ku bavê Galîp, Kemal Mubarîs jî di salên 90'î de li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin û kal û pîrên wî ew mezin kirine. Oktem wiha axivî: "Em li Şirnexê dijîn. Li gorî agahiyên ku me girtine, dema Galîp derdikeve ber mala xwe tê kuştin. Bavê wî Kemal Mubarîs jî di salên 90'an de bûbû qurbanî kuştinên kiryar nediyar. Ew jî li Cizîrê qetil kirin, niha jî kurê wî qetilkirin."