Komkujiyên AKP û bêdengiya YE li Stockholmê hatin protestokirin

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê, çalakî dewam dikin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê û destekkirina berxwedana xwerêveberiyê, çalakî dewam dikin. Li Meydana Mynttorget a li pêşberî Parlamenta Swêdê, Kurdistaniyan di nava serma -15 pileyî de çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di mîtînga li vê meydanê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê Latîf Cebe peyivî û êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li Sûr, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê weke operasyonên qirkirinê pênase kir. Cebe helwestên Hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê (YE) ku li pêşberî van komkujiyan bêdeng in, bi tundî şermezar kir.

Cebe bang li rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêd û Ewropayê kir, ku ji bo sekinandina komkujiyên li Kurdistanê zextê li hikûmetên xwe û YE bikin û Kurdistanî û dostên wan jî xwest ku destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya Kurdistanê.

Di xwepêşandanê de dirûşmên "Kujerê zarokan Erdogan", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.

JI BO ŞERMEZARKIRINA AKP'Ê WÊ BI 30 KÎLOMETREYAN BIMEŞIN

Kurdistaniyên li bajarê Sandvîkenê dijîn, ji bo komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin û bêdengiya hikûmeta Swêdê protesto bikin û destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê, wê îro ji Sandvîkenê bimeşin heta bajarê Gavle.

Tevî serma -20 pileyî jî Kurdistanî bi biryar in çalakiya xwe pêk bînin.

Çalakger bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê dikin ku li dijî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tên kirin, derkevin. Ji Kurdistaniyan jî dixwazin ku têkoşîna xwe mezintir bikin.

...