Li gelek navendên cîhanê, dewleta Tirk hat protestokirin
Bi armanca destekkirina berxwedana rêveberiyên li Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Ewropa û li Ermenîstanê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 15 rêbendanê 2016, 07:06
Bi armanca destekkirina berxwedana rêveberiyên li Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Ewropa û li Ermenîstanê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
ESSEN
Li bajarê Elmanya Essenê, di çarçoveya çalakiya ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de girseya gel çelenga reş danîn ber Serkonsolosxaneya Tirk. Li vê derê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) daxuyaniye hat dayîn û hat destnîşankirin, ku divê ji aliyê her kesî ve bê dîtin ku êrîş wê nikaribe bi Kurdan.
FRANKFÛRT
Yek ji mezintirîn bajarên Elmanyayê li Frankfûrtê jî ciwanan çalakî lidar xistin. Bi vê armancê komek ji ciwanan li Balafirgeha Frankfûrtê çalakî pêk anîn û bi qîrîna dirûşmeyan bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike.
NURNBERG
Li bajarê Elmanya Nurnbergê konê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û gelek saziyan ve li Lorenz Kîrche hatiye vedan, di roja duyemîn de ye. Li vê derê, her roj bi çalakiyên cuda girseya gel hewl dide bala raya giştî bikişîne ser komkujiyên li Kurdistanê. Duh, qetilkirina pitika 3 mehî Mîray û kalê wê Ramazan Înce bi lîstikeke şano hat nîşandan. Di dema çalakiyê de li ser terora AKP'ê belavok hatin belavkirin.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşeke bi kefen û mîtîngek organîze kir. Girseya gel a danê êvarê li ber Gara Trenê ya Hîldesheîmê li hev civiya, komkujiyên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Çalakgerên ku kefen li xwe kiribûn, ji Gara Trenê heta ber avahiya Şaredariya Hîldesheîmê meşiya. Piştî meşê mîtîng hat lidarxistin û çalakî li dû axaftinan bi dawî bû.
HANNOVER
Kurdistaniyên li Hannoverê, duh jî li ber Gara Trenê ya Navendî, berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Elmanên li derdorê jî destek dan çalakgeran. Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin, ku divê kesek li pêşberî terora AKP'ê ya li Kurdistanê bêdeng nemîne û bi çalakiyên li her devera Ewroapyê re moral ji berxwedêrên YPS'ê re were dayîn. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî jî hat kirin ku li dijî sûcên ji aliyê Erdogan ve tên kirin, bi lezgînî bikeve nava tevgerê.
Di vê navberê de ji bo çalakiyên îro û sibe yên li Hameln û Hannoverê banga beşdariyê hat kirin. Cihê van çalakiyan bi vî rengî ye:
Hameln
Saet: 15:00
Cih: Europa Platz
Hannover
Saet: 14:00
Cih: Pêşiya HBF
DARMSTADT
Li bajarê Elmanya Darmstadtê, Meclîsa Jinê ya Roza û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Lûîsenplatzê kon vedan û raya giştî agahdar kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê hat vegotin. Konê ku duh hat vedan, wê îro saet di navbera 13:00-19:00 de jî vekirî be.
LI OSLO DI HEWA -15 PILEYÎ DE STAND HAT VEKIRIN, DIBISTAN HATIN BOYKOTKIRIN
Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê tevî hewa sar jî stand vekirin. Stand li yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr li Karl Johan hat vekirin û ji bo agahdarkirinê belavok hatin belavkirin. Di belavokên li vê derê hatin belavkirin de, bêdengiya welatên Ewropa ya li pêşberî komkujiyan hat rexnekirin. Tevî ku hewa -15 pileyî sar e jî, stand di navbera saet 14:00-17:00 de vekirî ye. Di vê navberê de hin welatiyên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku ji bo şermezarkirina komkujiyan ew zarokên xwe naşînin dibistanan.
HELSÎNKÎ
Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi taybetî jî înfazkirina 12 ciwanên Kurd li Wanê bi awayekî hovane, li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li pêş Serokkomariyê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Fînlandiyayê ve hat organîzekirin de 12 ciwanan kefen li xwe kirin û bal kişandin ser komkujiyê. Di axaftinên li vir de bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike hat şermezarkirin.
LI ERÎVANÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê, bi armanca destekkirina xwerêveberiyan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, sazî û rêxistinên Kurdan ên li Erîvanê, li salona Saryan Poştê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê Yekîtiya Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd di axaftina xwe ya li vir de êrîşên dewleta Tirk şiband êrîşên sala 1915'an ên dewleta Osmanî li gelê Ermenî kir û da zanîn, ku di roja îro de jî tê xwestin gelê Kurd bê qirkirin. Hemîd da xuyakirin ku divê dewleta Tirk û Serokkomarê wê Tayyîp Erdogan bizanibin ku gelê Kurd bi rêxistine, haya xwe ji dek û dolabên dewleta Tirk heye û wê rê nede van planan.
Seroka Komîteya Kurdistanê Jinîka Qadir jî di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser rola jinên Kurd di berxwedana xwerêveberiyan de û anî ziman ku jinên Kurd çawa ku Kobanê ji DAIŞ'ê rizgar kirin, wê li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd ji terora dewleta Tirk biparêzin. Qadir bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir, ku li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, bêdeng nemîne.