'Divê medya Kurd bi helwesteke neteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk derkeve'
Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku medya Kurd komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, bi têrkerî nîşanî raya giştî nedane.
Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku medya Kurd komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, bi têrkerî nîşanî raya giştî nedane.
Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku medya Kurd komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, bi têrkerî nîşanî raya giştî nedane. Rojnamevanan bang li medya Kurd kirin ku li hemberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê helwesteke neteweyî nîşan bidin.
ÊRÎŞ GERDÎ (NRT): LI BAŞÛR HIN SAZIYÊN MEDYAYÊ HENE KU LI GORÎ DEWLETA TIRK TEVDIGERIN
Rojnamevan Êrîş Gerdî da xuyakirin, ku gelê Kurd bi berxwedaneke mezin bersivê dide êrîşên dewleta Tirk û da zanîn, ku ji bo serketinê girîng e çar parçeyên Kurdistanê helwesteke hevpar nîşan bidin. Gerdî diyar kir ku bi taybetî partî û hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi têrkerî bi berpiryarî tevnagerin û got, "Di qada dîplomasiyê de dikarin bibin destek, lê mixabin hin hêz li şûna bibin destek, xizmetê ji hesabên herêmî yên hin hêzên din re dikin. Ev helwest zerarê dide Kurdan."
DI NAVA MEDYA KURD DE YEKÎTÎ NÎNE
Gerdî ragihand, ku wezîfeyên girîng dikevin ser milê medyayê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Roleke mezin dikeve ser milê medyayê. Mînak; medya Tirk, dewlet dixwaze mijarek çawa were nirxandin, bi dehan qenal, rojname û malper bi heman zimanî nûçeyê diweşînin. Dema mijar Kurd be, hemû dibin yek deng. Lê em nikarin vê bikin. Di vê dema ku ji bo Kurdan pêvajoyeke jiyanî ye de, medya Kurd divê ji bo mafdarî, têkoşîn û armanca Kurdan, her wiha êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan ji tevahiya cîhanê re ragihîne, divê di nava yekîtiyê de tevbigere. Lê mixabin em vê nabînin."
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HIN SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ YE KU LI GORÎ DAXWAZA TIRKIYEYÊ TEVDIGERIN
Rojnamevan Êrîş Gerdî xemsariya medya Başûrê Kurdistanê li pêşberî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bi vî rengî vegot: "Li Başûrê Kurdistanê hin organên çapemeniyê hene, ku nûçeyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên amadekirin, diweşînin. Ji vî alî ve gelek kêmasiyên çapemeniya Başûr hene. Weşandina bûyeran têrê nake, girîng e bi konsepteke taybet û hevpar re werin nîşandan."
ŞIVAN MÛHAMMED (SPEE NEWS): MEDYA BAŞÛR BI BANDORA SIYASETA PARTIYÊ TEVDIGERE
Rojnamevan Şivan Mûhammed da xuyakirin, bala gelê Başûrê Kurdistanê gelekî li ser têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ye, lê belê rêxistinbûyîna xwe ya saziyên demokratîk gelekî qels e. Mûhammed da zanîn ku aktorên siyasî dûrî hev in û li gorî berjewendiyên neteweyî yên Kurdan tevnagerin.
Mûhammed got, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Serokwezîr, Serokê Herêmê heta niha der barê Bakurê Kurdistanê û dewleta Tirk de ti daxuyaniyeke fermî nedane. Hikûmetê îflas kiriye, parlament nayê xebitandin. Eger hikûmeta başûr karîbûya li hemberî dewleta Tirk bisekiniya, dibe ku ev komkujî rû nedabûna."
Mûhammed anî ziman ku rewşa heyî ya siyasî, weşana medya Başûrê Kurdistanê jî diyar dike û destnîşan kir ku ji sedî 90 ê organên medyayê di bin bandora siyaseta partiyan de ne.
ŞÎNA FAYEQ (ROJ NEWS): GIRÎNG E ÇAPEMENIYA BAŞÛR HELWESTEKE NETEWEYÎ NÎŞAN BIDE
Rojnamevan Şîna Fayeq got, "Gelê me yê li Bakur li hemberî dewleta Tirk berxwedaneke bi heybet nîşan dide û bi ti awayî ji ya xwe venagere. Ev berxwedan wê bidome. Lê mixaibin li Başûrê Kurdistanê bi têrkerî destekek ji bo vê berxwedanê na yê. Li hemberî êrîşên wehşî yên dewleta Tirk, nerazîbûn nayê nîşandan" û bêdengiya çapemeniyê rexne kir. Fayeq da xuyakirin, ku eger medya Başûr bi berpirsyariya xwe rabe, wê desteka gel xurttir bibe.
Şîna Fayeq diyar kir ku medya Başûr bi ezmûn û wezîfeyeke ewçend neteweyî re rû bi rû ye û got, "Divê em bi berpirsyarî rabin û hovîtiya dewleta Tirk li gelê me dike, nîşanî tevahiya cîhanê bidin. Pêwîste li Başûrê Kurdistanê, zext li dewleta Tirk were kirin. Hêvîdarim wê çapemeniya Başûrê Kurdistanê vê helwesta xwe ya xemsar biguherîne û ji rewşa ku xizmetê ji komkujî û siyaseta dewleta Tirk re dike, xwe rizgar bike."
PDK LI CEM DEWLETA TIRK, LI DIJÎ GELÊ BAKUR DISEKINE
Rojnamevan Şîna Fayeq anî ziman ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê heta niha ti daxuyaniyeke fermî li hemberî dewleta Tirk nedaye û got, "PDK a desthilatdarî xistiye nava destên xwe, piştgiriyê dide polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk û li dijî berxwedana gelê me ya li Bakur disekine. Hin wekîl bi awayekî şexsî daxuyaniyan didin û nerazîbûnê nîşan didin. Lê belê partî û hikûmet ti tiştî nakin.
Li aliyê din, gelê Başûrê Kurdistanê ji sedî sed li cem gelê Bakurê Kurdistanê ye. Gel zextê li partiyên siyasî dike, ku li dijî hovîtiya li gelê Bakur tê kirin, derkevin."