Ok: Şerê AKP li Kurdistanê dimeşîne bê exlaq e, bê pîvan e û kirêt e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got, "Erdogan û AKP polîtîkayeke mezin a dijminatiya li Kurdan dimeşînin. Şerê li Kurdistanê dimeşînin şerekî bê exlaq, bê pîvan û kirêt e. Pêkane ku di binê vê de bimînin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got, "Erdogan û AKP polîtîkayeke mezin a dijminatiya li Kurdan dimeşînin. Şerê li Kurdistanê dimeşînin şerekî bê exlaq, bê pîvan û kirêt e. Pêkane ku di binê vê de bimînin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, şerê AKP li Kurdistanê dimeşîne û berxwedana gelê Kurd a li hemberî vê terorê, ji ANF'ê re nirxand.

Ok da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê di nava pêvajoyeke kûr a kaos û krîzê de ye û da zanîn, ku di van pêvajoyan de şens û xetere gelek in. Ok diyar kir ku bihurandina pêvajoya heyî ya koas û krîzê, wê çareseriya pirsgirêka Kurd hêsan bike û bihêle ku bêhn bê ber Tirkiyeyê.

Ok da xuyakirin, ku careke din hatiye dîtin tevî hemû hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, zîhniyeta AKP'ê û dewleta Tirk li dij in ku pirsgirêk bi rêbaza siyasî, diyalog û muzakereyê were çareserkirin. Ok ragihand, ku zîhniyeteke hebûna pirsgirêkê jî qebûl nake, jê nayê ku pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bike û ev nirxandin kir:

"Dikare were gotin ku demeke dirêj muzakere hat meşandin. Lê belê ev muzakere di asta mezinahiya pirsgirêka Kurd de bi nêzîkatiyeke ewçend bi berpirsyarî nehat meşandin. Lewma derketiye holê, ku ya qewimiye taktî û mijûlkirin e. Ji xwe ne rast e ku ji bilî vê yekê mirov li bendê be ku AKP tiştekî din bike. Ji ber ku zîhniyetê Erdogan zîhniyetekî faşîst olîgarşîk e. Zîhniyeta Tirktî-Tûrantî ye. Eger mirov jê re bêje muswedeyekî bê kalîte yê Enver Paşa ye, wê ev pênase lê were. Enver Paşa ji bo teheyûlan bi pêş bixîne, sefera Sarikamişê kiribû. Aqûbeta wî ji xwe diyar e. Niha Erdogan bi zîhniyetekî tam faşîst, êrîşî Kurdan, hemû hêzên demokrasiyê û her kesên teslîmî faşîzma AKP'ê nabin, dike."

KURDISTAN JI NÛ VE HATIYE DAGIRKIRIN

Ok diyar kir ku Erdogan û AKP polîtîkayeke mezin a dijminatiya li Kurdan dimeşîne û got, "Şerê li Kurdistanê dimeşînin şerekî bê exlaq, bê pîvan û kirêt e. Pêkane ku di binê vê de bimînin. Li gorî belgeyên fermî, bi tenê di nava çend mehan de bi dehan zarok, jinên ducanî, extiyar, nexweş, sivîl hatine qetilkirin. Kurdan ji nû ve hatiye dagirkirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî da xuyakirin ku dîmên di televîzyonan de tên weşandin, ji rewşa bajarên Heleb û Hûms ên Sûriyeyê xerabtir in û destnîşan kir, ku ev yek bi awayekî vekirî şerekî qirkirinê ye.

KURD RÛMET, AX Û NIRXÊN XWE DIPARÊZIN

Ok bibîr xist, ku ev şerê qirkirinê di vê çaryeka sedsala 21'an de li pêş çavên tevahiya cîhanê tê meşandin û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Bombe li bajar, çiya û şehîdgehên li Kurdistanê tên barandin. Tevî vê yekê jî nearzîbûna ji cîhanê tê gelekî qels e. Dema mijar dibe berjrewendiyên aborî û siyasî, hemû nirxên demokrasî, mjiyana mafên mirovan, azadî, hiqûq û heqaniyetê, tên binpêkirin. Gelê Kurd li hemberî vî şerê qirkirinê yê Erdogan û AKP'ê li ber xwe dide. Ji vê berxwedanê xwezayî, rast û pîroztir tiştekî din nîne. Kurd îro ji bo parastina rûmeta xwe, axa xwe, nirxên xwe, ji bo jiyanek azad a vîna xwe û rêveberiya xwe bi xwe ya demokratîk, li ber xwe dide. Li dijî vî şerê bê exlaq û nehet liberxwenedayîn sûc e, guneh e, şerm e. Eger mijar rûmet û azadiya Kurdan be, divê Kurdistan bi temamî rabe ser piyan. Divê her devera Kurdistanê bibe Sûr, Cizîr, Botan û Silopiya. Ne tenê Kurdistan divê metropolan jî veguherînin Sûr, Cizîr û Botanê. Ji bilî vê yekê ti rê nîne. Berxwedana Kurdan çiqasî watedar, hêja û pîroz be, şensê xwe yê serketinê jî ewçend hêja, pîroz û xurt e. Divê êdî Kurd nehêlin ku AKP û Erdogan bi rûmeta gelê me bilîzin, serî hildin.

HEM BAJARÊ KURDAN HILDIWEŞÎNIN, HEM JÎ JI XWE RE WEKE QADEKE RANTÊ DIBÎNIN

Hem tu yê rabe bajarên Kurdan hilweşînin, hem jî tu yê weke qadeke rantê bibîne û bêje em ê bi TOKÎ ji nû ve çêbikin. Ev yek tê wê wateyê ku henekê xwe bi rûmet û pêşeroja vî gelî dikin. Ji ber vê yekê Sûr li ber xwe dide. Cizîr û Botan li ber xwe dide. Lê belê divê her der li ber xwe bide. Berxwedan çiqasî mezin û dorfireh bibe, wê Erdogan û AKP jî hîn bêhtir tengav bibin û bikevin nava kaosê."

HEMÛ DÎKTATORAN MÎNA ERDOGAN Û AKP'Ê XWE BI QUDRET DIDÎTIN, HEMÛ JÎ HILWEŞIYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, aqûbeta dîktatorên di tevahiya dîrokê de derketin holê bibîr xist û ev xal destnîşan kir: "Di herikîna dîrokê de hemû dîktatoriyan mîna Erdogan û AKP'ê xwe gelekî bi qudret didîtin, hemû ji xwe bawer bûn ku wê ti carî têk neçin. Lê belê dîrok mîna nêrîna dîktatoriyan nehat nivîsandin. Berevajî her dîktatorî hilweşiya. Aqûbeta Mûssolînî, Hîtler û Franco tê zanîn. Hîtler dema ji artêş, emniyet û hêzên xwe yên polîsan re diaxivî, ji wî hebû ku ev dîmenên gelekî bi ihtîşam, wê ti carî neqede. Niha Erdogan jî dema ji hêzên xwe yên emniyet û polîsan re diaxive, dema fermana komkujiyan dide ji wî heye ku wê ev rewş her timî bidome. Yê bi ser bikeve, bêguman wê gelê me be. Ya rast Kurd ji niha ve bi ser ketiye. Eger Sûr, Cizîr, Botan bi hefteyan û bi heman li hemberî her şêwe êrîşên dewletê, li dijî tank û topan dikare li ber xwe bide, eger gelê Kurd bûye xwedî vê vîn, rewşa rêxistinî û hişmendiya azadiyê, hingî navê vê serketin e. AKP li pêşberî berxwedana bi rûmet a gelê me mehkûmî têkçûnê ye."

GIRÎNG E KEÇ Û XORTÊN KURD BI XURTÎ TEVLÎ YPS'Ê BIBIN

Ok di dewama axaftina xwe de bang li gelê Kurd, bi taybetî jî keç û xortên Kurd kir û got, "Pêwîste keç û xortên Kurd bi ruhê tolhildana hezar salî rabin ser piyan. Divê bi xurtî tevlî nava refên YPS'ê bıbın, li her devera lê ne bibin belayê serê AKP'ê. Nabe ku ciwanên Kurd li pêşberî zordarî û komujiyên qirkirinê yên AKP'ê bêdeng bimînin. Hewce ye li Kurdistanê û li metropolan xwe bi rêxistin bikin, çalakî, vîn û hêza xwe nîşan bidin. Her rojên ku jin, zarok û dayikên Kurd tên qetilkirin, divê bêdeng nemînin. Divê her tiştê li ser navê mêtîngeriya Tirk weke hedef bibînin, li her cihê lê ne berê xwe bidin van hedefan. Dagirkerî û qirkirina li ser Kurdistanê ancax bi vî rengî dikare bê sekinandin. Gelê me li ser vê bingehê dema berxwedana xwe bilind kir, wê azad bibe. Taktîka şerê demeke kurt ê AKP'ê bi vî rengî dikare bê pûçkirin. AKP bi vî rengî dikare were têk birin."

AZADÎ WÊ JI ÎMRALIYÊ HILÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku Ocalan di nava şert û mercên gelekî zehmet de têkoşîna xwe didomîne.

Ok got, "Berxwedana Rêber Apo berxwedaneke esîl û nûnertiya heqîqetê ye" û diyar kir ku her gotin û nêzîkatiya AKP'ê ya li hemberî Ocalan, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd sedema diyarkirina helwestê ye.

Ok got, "Çawa ku hat xwestin Tevgera Azadiyê li Îmraliyê bê tinekirin, çawa ku hat xwestin gelê Kurdistanê li Îmraliyê ji siberojê bêpar were hiştin, wê azadî jî ji Îmraliyê hilê."