Di dorpêç û terora dewleta Tirk a li Silopiyayê ya di roja 32. de jina bi navê Nariç Kizil a qirîza dil derbas kir û ji ber ne mudaxeleya demildest jiyana xwe ji dest da, li Cizîrê jî, jina bi navê Leyla Elsûyû jiyana xwe ji dest da.
Terora dewleta Tirk a li navçeya Silopiya û Cizîrê roja 32. jî derbas kir, ji ber sedema dorpêç û terora dewleta Tirk mudexeleyên di demê de pêk nayên, kes jiyana xwe ji dest didin. Leyla Elsûyû (85) ya mala wê li Taxa Cûdî ya Cizîrê ji ber guleyên tankan hilweşiya û bi neçarî koçî taxa Dicleyê bû, şevê din jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin Elsûyû di navê hefteyê de rewşa wê piştî ku rakirin nexweşxaneyê û hat derxistin nebaş bû, , şevê din li taxa ku elektirîk, av tinebû ji ber sermayê rewşa wê giran bû û jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin cenazeyê Elsûyû îro ji aliyê malbatê ve li baxçeyê mizgeftê hat definkirin.
Hat diyarkirin ku li taxa Nûr a Silopiyayê şeva borî jina bi navê Nariç Kizil a 52 salî rewşa wê nebaş bû, qirîza dil derbas kir. Bi dereng hatina ambûlansê û dereng mudaxelekirinê li nexweşxaneya Yaşam a Êlihê jiyana xwe ji dest da. Hat xuyakirin ku Kizil dayika 4 zarokan e û ji ber sedema qedexe û êrîşên dewleta Tirk a li Silopiyayê cenazeyê Kizil li Êlihê tê ragirtin.