Polîsên Tirk li Sêrtê avêtin ser malekê: 2 kes hatin qetilkirin
Polîsên dewleta Tirk duh bi şev li Sêrtê avêtin ser malekê û 2 kes qetil kirin.
Polîsên dewleta Tirk duh bi şev li Sêrtê avêtin ser malekê û 2 kes qetil kirin.
Li meydana Şêx Mehmûd a li navenda Sêrtê, polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser malekê. Di serdegirtinê de 2 kesên navên wan nehat hînbûn hatin qetilkirin.
Hat argihandin, ku hemû taxên li derdorê jî hatine dorpêçkirin û li ser taxan pêgerên bê mirov ên hewayî yên keşfê digerin.
Ji taxê car carna dengê çekan tê, lê agahiyeke berfireh bi dest neket.