'Di Îslamiyetê de xweparastina li dijî êrîşan ferz e'
Alimê Îslamê yê Başûrê Kurdistanê Mûhammed got, "Di Îslamiyetê de xweparastina li dijî êrîşên li hemberî xwe û civaka xwe, ferz e." Mûhammed banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.
Alimê Îslamê yê Başûrê Kurdistanê Mûhammed got, "Di Îslamiyetê de xweparastina li dijî êrîşên li hemberî xwe û civaka xwe, ferz e." Mûhammed banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.
Alimê Îslamê yê Başûrê Kurdistanê Mûhammed got, "Di Îslamiyetê de xweparastina li dijî êrîşên li hemberî xwe û civaka xwe, ferz e." Mûhammed banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.
Alimê Îslamê yê Başûrê Kurdistanê Harîs Mûhammed, der barê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd de ji ANF'ê re axivî.
Mûhammed da xuyakirin, ku di pirtûka pîroz de hatiye nivîsandin ku her netewe xwedî nasname û mafê netewebûna li welatê xwe ye û got, "Gelê Kurd li hemberî êrîşên li dijî xwe tên kirin, xwe diparêze. Hz. Mûhammed ji bo parastina Medîneyê, xendek kola û parastin kir. Xendekên îro li Bakurê Kurdistanê ji bo parastina xwe hatine kolandin, xwedî heman armancê ye. Ti cudahî di navbera wan de nîne."
'LI DIJÎ ÊRÎŞAN PARASTINA XWE, EMRÊ XWEDÊ YE'
Mûhammed diyar kir ku di ola Îslamê de qedexe ye zext li civakên din, êrîş li civakên din were kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê dema yek êrîşî mal, ax û canê te dike, destûrê dide te ku tu xwe biparêze û wî bikuje. Eger li hemberî te êrîşek hebe, tu dikare rahêje çekê û xwe biparêze. Di Hedîsan de tê gotin, 'Eger tu gelek be, eger êrîş li hemberî ziman, çand, ax, welat an jî namûsa te hebe, wezîfeya te ye ku tu xwe biparêze'. Eger tu xwe neparêze, hingî tu li pêşberî Xwedê gunehan dike. Mirovê di xweparastinê de dimire, diçe cennetê. Ev di hedîsî şerîf de heye. 5 pîvanên bingehîn ên Îslamê hene; parastina nefsa xwe, parastina mejiyê xwe, parastina xwe, parastina ola xwe û parastina axa xwe. Di vê çarçoveyê de ferz e ku mirov xwe biparêzin."
'MÎNA KOBANÊ, DIVÊ KURD HELWESTEKE HEVPAR NÎŞAN BIDIN'
Harîs Mûhammed nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike da û got, "Li hemberî vê zilmê, divê gelê Kurd mîna li Kobanê piştgiriya hev bike."
Mûhammed anî ziman ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, Kurdan li Kobanê û Başûrê Kurdistanê nîşan dan ku dema bibin yek, dikarin bi hêza xwe hemû êrîşan bişikînin got, "Pêwîste em li hemberî êrîşên li dijî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin. Gelê me yê li wê derê ax û namûsa xwe diparêze, lewma divê em xwedî li wan derkevin. Di vê mijarê divê Kurd hemû hişyar û berpirsyar bin. Yên hatine kuştin sivîlên bêguneh in. Her kes dikare bi awayekî alîkariyê bike. Pêwîste em bikevin nava tevgerê."