BI DÎMEN

Malbata Çuruk: Bila bes zilm li cenazeyan bê kirin

Malbata şervana YPJ'ê Melîha Çuruk a li bajarê Elmanya Velbertê dijî bang li her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im', 'ez însan im' kir, ku li hemberî nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê yên li hemberî cenazeyan, helwestê nîşan bidin.

Gerîlaya YPJ'ê Melîha Çuruk bi nasnav Stêrk Serhad, di 11'ê Mijdara 2015'an de li bajarokê Hol ê Hesekê jiyana xwe ji dest dabû, lê heta niha dewleta Tirk nahêle cenaze ji sînor were derbaskirin. Malbata Çuruk a li bajarê Elmanya Velbertê dijî bang li her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im', 'ez însan im' kir, ku li hemberî nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê yên li hemberî cenazeyan, helwestê nîşan bidin.

Dayik Îran Çuruk got, "62 roj in, ne roja me roj e, ne şeva me şev. Em her li ser wê difikirin û hemû rojên me bi girî derbas dibin." Bav Selîm Çuruk jî bibîr xist, ku keça wî li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê şer dikir û anî ziman ku ew helwesta Tirkiyeyê ya nahêle cenaze di sînor re wer derbaskirin, fêm nakin.

Malbat ji ANF'ê re axivî.

'KEÇA ME LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER KIR'

Dayik Îran Çuruk bibîr xist ku keça wan li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û got, "Keça min li hemberî DAIŞ'ê şer kir û şehîd ket. Erdogan dibêje 'DAIŞ rêxistineke terorê ye' lê nahêle em cenazeyê keça min rakin. Em ê Qemyonan a jî tiştekî derbas nekin, bi tenê em ê cenazeyê keça xwe bînin. Keça me ne tenê ji bo gelê Kurd şer kir. Ji bo tevahiya cîhanê li ber xwe da û şehîd ket. Em dixwazin keça xwe li cihê lê ji dayik bûye veşerin. Bila ev zilma li Kurdan tê kirin êdî biqede, êdî dilê dayikan neşewite. Erdogan ji xwe re dibêje 'Ez Misilman im', lê cenazeyên Kurdan dikare bi mehan an jî salan rabigire. Çima vê muameleyê li cenazeyên xwe nake?" Dayik Îran bang li hemû dayikan kir ku ji bo qedandina vî şerî zextê li dewleta Tirk bikin û got, "62 roj in, ne roja me roj e, ne şeva me şev. Em her li ser wê difikirin û hemû rojên me bi girî derbas dibin." Dayik Îran Çuruk destnîşan kir, ku divê ev zilma Erdogan êdî biqede û got, "Li Sûr, Cizîr, Silopiya û Rojava agir bi ser Kurdan de dibarîne, lê hemû welat bi bêdengî lê temaşe dikin."

'JI BINÊ HER TIŞTÎ AKP DERDIKEVE'

Bav Selîm Çuruk jî anî ziman ku ji bo keça xwe li cihê lê ji dayik bûye veşêrin wan dest bi kampanya îmzeyan kirine û bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyayê bibin. Bav Çuruk da xuyakirin ku ew li bendê ne parlamenterên HDP'yî û demokrat alîkariyê bidin wan û got, "Yên li Rojava tên sekinandin ne tenê cenazeyê me ye. 110 cenazeyên din tên sekinandin ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê werin kirin. Em dixwazin vê rewşê bixin rojeva Meclîsa Tirkiyeyê."

Çuruk diyar kir ku ji binê her tiştî hikûmeta AKP'ê derdikeve, lewma divê Meclîs zextê li AKP'ê bike û pirsa "Xwe bixin şûna me, di rewşeke bi vî rengî de hûn ê çi bikin?" li parlamenterên demokrat kir. Bav Çuruk bibîr xist ku wan serî li Diyanetê dane, lê hînê bersivek negirtine û got, "Eger ji aliyê olî ve ev zilma li cenazeyan tên kirin wacîb be, hingî bila ji me re bêjin ku wacîb e. Lê Diyanetê bersiv jî nedaye me. Ji vê derê em careke din vê bangê li mirovahiyê dikin: 110 cenaze li wir tên sekinandin. Zilmeke bi vî rengî ne di însanetiyê, ne jî di Îslamê de heye. Em bi şehadeta wan a di vê rê de serbilind in. Ne ku ji ber em dixwazin cenazeyên me li wir tên sekinandin. Ji ber ku destûrê nadin li wir tên sekinandin. Eger destûrê bidin em ê cenazeyên xwe li pişta xwe bikin û li Erzîromê li gundê lê ji dayik bûye, veşêrin."

'DIVÊ ÊDÎ GELÊ ERZÎROMÊ RABE SER PIYAN'

Çuruk herî dawî bang li gelê li Ewropa û Erzîromê dijîn kir, ku bêdeng nemînin û got, "Pêwîste gelê Erzîromê jî êdî destê xwe deyne ser wijdanê xwe û rabe ser piyan. Cizîr, Sûr û Silopiya dişewite. Keçên me, zarokên me tên qetilkirin. Divê wijdanê wan êdî vê qebûl neke. Dilê me şewitî, bila dilê dayikên din neşewite."

...