Li Sûrê êrîş û berxwedan didomin: 3 kes birîndar bûn

Di roja 45. a berxwedana Sûrê de, ji ber êrîşên danê nîvro dijwar bûn 3 kes birîndar bûn.

Di roja 45. a berxwedana Sûrê de, ji ber êrîşên danê nîvro dijwar bûn 3 kes birîndar bûn.

Hêzên dewleta Tirk bi bombeavêj û çekên giran re danê nîvro gule li malan reşandin. Di encama êrîşê de 3 kes ji ber parçeyên şarapnelê yên li bedena wan ketî, birîndar bûn. Hat ragihandin, ku birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên li taxan hatin avakirin ve tên dermankirin.

Ji ber êrîşan, hin mal hilweşiyan, li hin malan jî şewat derket.